Peymangeha Huneran bi şahiyekê sala xwendinê ya yekem bi dawî kir

Sala yekemîn a Peymangeha Bilind a Huneran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Di peymangehê de xwendekarên beşên şano, sînema û muzîkê derbasî sala 2'yemîn bûn.

Peymangeha Huneran bi şahiyekê sala xwendinê ya yekem bi dawî kir
Peymangeha Huneran bi şahiyekê sala xwendinê ya yekem bi dawî kir
Peymangeha Huneran bi şahiyekê sala xwendinê ya yekem bi dawî kir
Peymangeha Huneran bi şahiyekê sala xwendinê ya yekem bi dawî kir
Peymangeha Huneran bi şahiyekê sala xwendinê ya yekem bi dawî kir
Peymangeha Huneran bi şahiyekê sala xwendinê ya yekem bi dawî kir
Peymangeha Huneran bi şahiyekê sala xwendinê ya yekem bi dawî kir
1 tîrmeh, 2025   23:21
QAMIŞLO

Sala yekemîn a Peymangeha Bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Di peymangehê de 56 xwendekarên beşên şano, sînema û muzîkê derbasî sala 2'yemîn bûn. Bi vê boneyê peymangehê şahiyek li navenda peymangehê ya Dêrikê li dar xist. Di şahiyê de endamên Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Zanîngeha Rojava û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Peymangeh di 17'ê Cotmeha 2024'an de bi armanca amadekirina pisporên çandî û hunerî û pêşxistina jêhatiyên ciwanan di hemû aliyên hunerê de, hat vekirin.

Hevserokê TEV-ÇAND'ê Xelîl Tehlo di şahiyê de axivî û got peymangeh berhemek ji berhemên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û xebatên pêşxistina şiyanên ciwanan û parastina çandên gelan nîşan dide.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef El Fehid jî diyar kir ku îsal ji xwendina zêdetir hevdîtin, derbirîn û afirînerî hebû û pêşketina mezin a xwendekaran silav kir.

Di şahiyê de hunermend Adil Feqe û Ferhad Merdê stran û helbest pêşkêş kirin.

Xwendekara beşa muzîkê Rewşen Mihemed got ku peymangehê derfeteke mezin ji wan re vekir da ku ew şiyanên xwe yên hunerî bi pêş bixin û bigihînin asta pisporiyê.

Xwendekar Ferîd Elî jî got: "Me dersên zêde ji pisporên şano, sînema û muzîkê wergirtin. Peymangehê ji me re derfet vekir, da ku em bi awayekî berfirehtir çand û hunerên gelên xwe nas bikin û xwe di hemû aliyên hunerê de bi pêş bixin."

Peymangeha Bilind a Huneran a li Dêrikê armanc dike ku nifşekî hunerî ya pispor ava bike, ku huner û çandê bi hemû zimanan û nasnameya çandî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vejîne. Dema xwendina li peymangehê 3 sal e.

(ac/fr)

ANHA