Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze

Rojnameyên çapkirî bi dijwariyeke hebûnî ya bêhempa re rû bi rû ne. Rojnameya Ronahî ji bo parastina mîrateya xwe û temaşevanên xwe ku hîn jî guhertoya çapkirî tercîh dikin, tê dikoşe.

Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
Rojameya Ronahî mîrateya rojnamegeriya çapkirî diparêze
16 cotmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Rojnameya Ronahî piştî destpêkirina bûyerên li Sûriyeyê, di 16`ê Cotmeha 2011`an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca hişyarkirina civakê û parastina azadiya raman û derbirînê dest bi weşanê kir. Piştî destpêkirina şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, rojnameyê di sala 2013`an de navendên xwe hem li Qamişlo û hem li Efrînê vekirin.

Ji rêveberên rojnameya Ronahî û yek ji damezirînerên wê Ebdilrehman Mihemed diyar kir ku rojname destpêkê bi şêwazeke nêzî kovarekê dest bi weşana çapkirî kir. Bi demê re, rojname bi pêş ket. Di sala 2014`an de, biryar hat dayîn ku çapên erebî û kurdî ji hev werin veqetandin. Armanca vê gavê ew bû ku pisporiya zimanî were zêdekirin û qada bandora medyayê berfirehtir bibe.

Rojnamevan û edîtora beşa erebî ya servîsa jinan a rojnameya Ronahî Ferîda Umer jî da zanîn ku weşana rojnameyê ji hêla komeke rewşenbîr û welatparêzan ve hatiye destpêkirin ku ji bo xizmeta welat û gelê xwe hatine cem hev û got: "Em ji ber hewlên wan ên berdewamkirina vê rêwîtiyê û parastina vê derfeta dîrokî spasiya wan dikin.”

Ferîda Umer wiha pê de çû: “Di demekê de ku li Sûriyeyê şoreşek pêk dihat û ber bi krîzên siyasî, aborî û civakî ve diçû, derxistina rojnameyê destkeftiyeke dîrokî bû ku em pê serbilind in. Rojnameyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest bi weşanê kir û ji wir, rojnameyê rêwîtiya xwe dest pê kir da ku bibe dengê gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û ji bo hemû sûriyeyiyan."

Tiştê ku rojnameya Ronahî ji dezgehên din ên medyayê cuda dike, dûrketina ji ajandeyên otorîter e û qebûl nekir ku bibe amûrek ji bo bandora neyînî ya li ser civakê. Bi weşana bi zimanên kurdî û erebî, hewl dide bibe dengekî yekgirtî ji bo hemû beşên civakê.

ROLA JINAN

Ferîda Umar behsa rola jinan a di rojnameyê de kir û destnîşan kir ku jinan ji nûçegihaniyê bigire heya edîtoriyê û rêveberiyê, hebûna xwe bi deng, pênûs û ramanên xwe bi awayekî zelal nîşan daye. Ferîdayê wiha zêde kir: "Jinan hewl, têkoşîn û westandinek mezin dane, bi taybet di vê qonaxa ku em tê re derbas dibin. Ev erkek e ku dikeve ser milê hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî. Guhertinên ku pêk tên, li me ferz dike ku em li gorî vê berpirsiyariyê tevbigerin, destkeftiyên jinan biparêzin û dengê wan bigihînin raya giştî ya cîhanê.

Di serdema pêşketina teknolojiya dîjîtal a bilez de, rojnameyên çapkirî êdî wek çavkaniya sereke ya nûçeyan nayên dîtin. Platformên dîjîtal bûne çavkaniyên destpêkê ji bo piraniya xwîneran.

Ebdulrehman Mihemed li ser pirsgirêkên ku rojnamegeriya çapkirî pê re rû bi rû ye, got: "Li çar aliyên cîhanê di warê rojnamegerî û medyayê de guhertinên mezin hene, bi taybet bi derketina dezgehên medyaya elektronîk ên serhêl weşanê dikin ku bandorek girîng li ser rojnamegeriya çapkirî kiriye."

Mihemed diyar kir ku derketina gelek dezgehên medyayê bûye sedema veguhastina rojnameyên çapkirî bo weşana elektronîk. Mihemed diyar kir ku hem aliyên erênî û hem jî yên neyînî yên vê veguherînê hene. Li aliyê erênî, weşana elektronîkî bêtir dikare xwe bigîne şopîneran û bi lez belav dibe, her kes dikare bi lez xwe bigihîne agahiyan. Lê aliyê wê yê neyînî ew e ku rojnamegeriya çapkirî winda dibe.

Mihemed diyar kir ku gelek rojnameyan berê xwe daye weşana dîjîtal, lê ew li ser daxwaza gel dê li ser şopa rojnamegeriya çapkirî bimînin û got: “Em ê vê mîrateya rojnamegeriyê biparêzin.”

Ebdulrehman Mihemed diyar kir ku rojnamegeriya çapkirî bingeh e. Lê rojnameya wan jî ji medyaya dîjîtal ne dûr. Hemû hejmarên rojnameyê piştî ku tên çapkirin li ser malpera rojnameyê û li ser platformên medyaya dîjîtal têne weşandin da ku dengê wê bigihêje raya giştî ya cîhanê.

(k)

ANHA