Li Reqayê belavkarekî hişbirê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn belavkarekî hişbirê li bajarê Reqayê girt û madeyên hişbirê û çekên li gel wî desteser kirin.

Li Reqayê belavkarekî hişbirê hat girtin
Li Reqayê belavkarekî hişbirê hat girtin
Li Reqayê belavkarekî hişbirê hat girtin
Li Reqayê belavkarekî hişbirê hat girtin
Li Reqayê belavkarekî hişbirê hat girtin
Li Reqayê belavkarekî hişbirê hat girtin
15 cotmeh, 2025   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku duh (9 Cotmeh 2025) tîmên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê li Reqayê, piştî serdegirtina avahiyeke ku tê de hişbirê dihat firotan, belavkarekî hişbirê girt.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyonê de 315 gram krîstal meth, 11.8 gram heşîşe, qutiyên vala yên depokirinê, klaşînkovek, cercor û 24 fîşekên wê û cercora 7 mm û amûrên kişandina hişbirê, hatin desteserkirin.

Hêzan diyar kir ku ev operasyon di çarçoveya hewlên saziyên wan ên ewlehiyê ji bo têkoşîna dijî belavbûna hişbirê û çekên neruxsetkirî de, pêk hat.

(mh/fr)