Bîlançoya êrişên li Dêr Hafirê: 8 şehîd, 9 birîndar

Ji dema hatina hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve bo deverên derdora Dêr Hafirê, hêzên wê gelek caran êrişî deverên sivîlan kir û di encamê de 8 sivîl ku di nava wan de zarok jî hene, şehîd bûn û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Bîlançoya êrişên li Dêr Hafirê: 8 şehîd, 9 birîndar
16 cotmeh, 2025   04:41
TEBQA

Binpêkirinên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li derdora herêma Dêr Hafirê dewam dikin. Ji destpêka Tebaxê heta nîvê Cotmeha 2025`an, 8 kes ku 4 jê zarok in, şehîd bûne û 9 kes, 4 jê zarok, birîndar bûne.

Di 2`yê Tebaxê de, komên çekdar bajarê Dêr Hafirê topbaran kir û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî û bersiva êrişê da.

Di 11`ê Îlonê de, komên çekdar hewl da bi bikevin herêmê, lê QSD’ê ev hewldan têk bir.

Di 20`ê Îlonê de gundê Um El Tîna hat topbarankirin, komên çekdar bi balafirên bêmirov malên sivîlan hedef girtin, di encamê de 8 sivîl, şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Di 23`yê Îlonê de, hêzên hikumeta veguhêz bi 2 dronên xwekuj êrişek li ser cihekî QSD`ê yê li Dêr Hafirê pêk anî, piştre ketober gundê Zubayda topbaran kir, di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Di 5`ê Cotmehê de, rêya Dêr Hafir û derdora wê bi dronên xwekuj hate bombebarankirin, di encamê de sivîlek birîndar bû.

Di 10`ê Cotmehê de, komên girêdayî hikumeta veguhêz êrişên hewayî û topbaran li ser heman deverê pêk anî, di encamê de tu ziyan çênebû.

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji Kanûna 2024`an ve, piştî hilweşîna rejîma Baasê, êrişên ketober li ser çeperên QSD`ê yên li eniyên Dêr Hafirê û derdora wê pêk tînin. QSD mafê xwe yê rewa yê bersivdayîna van êrişan bi kar tîne.

(k)