Şehîd Ebdurehman Omer hat oxirkirin

Şervanê QSDˈê Ebdurehman Omer ê ku 8ˈê Mijdarê ji ber nexweşiyê şehîd bûbû ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin.

Şehîd Ebdurehman Omer hat oxirkirin
Şehîd Ebdurehman Omer hat oxirkirin
Şehîd Ebdurehman Omer hat oxirkirin
Şehîd Ebdurehman Omer hat oxirkirin
Şehîd Ebdurehman Omer hat oxirkirin
Şehîd Ebdurehman Omer hat oxirkirin
Şehîd Ebdurehman Omer hat oxirkirin
Şehîd Ebdurehman Omer hat oxirkirin
10 mijdar, 2024   14:10
QAMIŞLO

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ebdurehman Omer ê 8ˈê Mijdarê ji ber nexweşiyê şehîd bibû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat veşartin.

Merasîmê ku bi sedan şênî beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Mihyedîn  Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Hesen bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û got: "Dewleta Tirk bi hemû rêbazan dijbertiya gelê Kurd dike. Herî dawî dest danî ser şaredariyên gel ên Bakurê Kurdistanê."

Bi navê hêzên leşkerî Macid Şemdîn jî îşaret bi pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û ev li gotinên xwe zêde kir "Pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêbertiya me dewam dike. Eger Rêbert bi fîzîkî azad nebe gelê Kurd azad nabe. Ji bo vê yekê jî divê em di hemû qadan de têkoşînê xurt bikin heya Rêbertiya me azad bibe."

Piştî wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hatin kir, cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA