DBP: Xebatkarên Çapemeniya Azad rûmeta gelê Kurd in

DBP’ê diyar kir ku qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu sûcê mirovahiyê ye û diyar kir ku xebatkarên Çapemeniya Azad rûmeta gelê Kurd in.

DBP: Xebatkarên Çapemeniya Azad rûmeta gelê Kurd in
8 sibat, 2025   13:23
 NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî qetilkirina rojnamevan Azîz Koyloglu ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefgirtin, daxuyanî da. 

DBP’ê diyar kir ku ev êriş “sûcê mirovahiyê ye, parçeyekî polîtîkayên qirêjî ye ku desthilatdarî sûcên xwe yên şer dinixumîne. Qetilkirina rojnamevanên Kurd jî çavkaniya xwe ji vê yekê digire. Di vê çarçoveyê de heta îro bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin. Azîz Koyluoglu jî di vê çarçoveyê de hate qetilkirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, Azîz Koyluoglu jî hate qetilkirin û wiha hate gotin: “Rojnamevanên ku heqîqeta Kurdistanê radigihînin cîhanê, tên hedefgirtin. Rêveberiyên herêmî û hêzên navneteweyî, li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, bê deng dimînin. Weke DBP em van êrişan qebûl nakin. Xebatkarên Çapemeniya Azad rûmeta gelê Kurd in. Em li her derê şahidê têkoşîna wan a ji bo ragihandina rastiyan e. Em ê her tim bi vê têkoşîna wan a pîroz re bin.”