Riyad Derar: Demokrasî ji bo Sûriyeyê pêdiviyeke hebûnî ye

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, da zanîn ku demokratîkbûn ji bo Sûriyeyê pêdiviyek hebûnî ye û got eger destûreke ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike neyê nivîsandin, wê siberoja Sûriyeyê nebe.

Riyad Derar: Demokrasî ji bo Sûriyeyê pêdiviyeke hebûnî ye
8 tîrmeh, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Hevserokatiya MSD`ê Riyad Derar, der barê hewldanên ji bo veguherîna demokratîk li Sûriyeyê, girîngiya destûrê, rola civaka sivîl û helwestên aliyan li ser pêvajoya siyasî de, pirsên ANHA’yê bersivandin. 

* Bi nêrîna we, ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê, pêkanîna aramiyê û ewlehiya jiyana welatiyan pêdivî bi çi heye?

Veguhertina demokratîk pêvajoyek dirêj û aloz e, bi ketina rejîmê re ew pêvajo bi dawî nabe. Eger hewldaneke demokratîbûnê têk çû ev nayê wê wateyê ku demokrasî ne mumkun e, ev tê wateya ku astengiyên bingehîn ên wekî artêş, mezhebperestî, elîtên kevin û destwerdanên derve hene.

Li Sûriyeyê, demokrasî mumkun e, lê hinek şertên hene. Ya yekem ew e ku dawî li zordestî û otorîterîzmê were, bi taybet otorîterîzma leşkerî. Pêdivî bi hemwelatîbûna wekhev heye, li  ser bingeha mezheb, eşîr an jî ol nabe. Dîsa pêdivî bi hêzên sivîl û rêxistinên siyasî yên ku bi rastî jî bi demokrasiyê bawer in heye. Hewcehiya me bi dewletek pêşketî heye ku li hember ol û mezheban bêalî be, maf û azadiyan biparêze.

Tevî hewldanên mezhebperestî, destpotiya demdirêj û destwerdanên derve jî, çareserî pêkane, bi rêya  avakirina dewletek nenavendî û demokratîk ku mafên hemî pêkhateyan mîsoger bike, gengaz e.

Demokrasî bi rêya hilbijartin û pirrengiyê, aramiya siyasî misoger dike. Demokrasî dawî li paşguhkirinê tîne, saziyên hesabpirsînê diafirîne, li dijî gendeliyê şer dike welat diparêze. Ya herî girîng jî, mantiqa ‘serokê ebedî’ tune dike û nasnameyek neteweyî ya li ser bingeha mafan xurt dike.

* Hûn bandora nepêkanîna demokrasiyê ya li ser berdewamiya şer û krîzên li Sûriyeyê çawa dibînin?

Nebûn an têkçûna demokrasiyê tê wateya berdewamiya krîzan, gurbûna nakokiyên navxweyî û mezhebî. Desthilatdariya otorîter bi xwezaya xwe, girîngiya neteweyî ya dewletê vala derdixe û wê vediguherîne amûrekî berjwendiyên komeke biçûk. Ev jî parçebûnê, tundrewî û terorîzmê ji nû ve çêdike.

Dema ku baweriya xelkê bi reform û siyasetê nemîne, berê xwe didin tundî û mîlîtarîzmê. Xetereya nebûna demokrasiyê ev e.

* Ji bo pêşvebirina veguherîna demokratîk a li Sûriyeyê MSD dikare çi bike?

MSD dikare tevlî hewldanên veguherîna demokratîk bibe, ji ber ku ew xwe wekî projeyek demokratîk, laîk û nenavendî pêşkêş dike; ji bo avakirina sîstemek rêveberiyê ya piralî têdikoşe, nenavendîbûnê wekî mîsogeriya nûnertiya hemû pêkhateyan qebûl dike. Lewma MSD dikare modelek demokratîk pêk bîne ku bibe model.

MSD dikare kanalên diyalogê bi pêkhateyên din ên siyasî, bi rejîma heyî û opozîsyonê re veke. Divê amûrên xwe yên demokratîk li hundir pêş bixe û rê li ber beşdariya berfireh a gel veke.

* Bi nêrîna we gava yekem û girîng ku divê ji bo demokratîk kirina Sûriyeyê were avêtin çi ye?

Veguherîna demokratîk xala destpêkê ye, ango divê şer bi temamî raweste û pêvajoyek siyasî ya rastîn dest pê bike. Divê çareseriyek siyasî were destpêkirin, ev pêvjoya siyasî heta niha xwe dispêre biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254`an.

Divê  azadiyên giştî yên weke azadiya medya û rêxistinkirina siyasî werin pêkanîn, kesên koçber û penaber vegerin, girtiyên siyasî bêne berdan. Ev hemû gavên destpkê ne.

* Li gorî we nivîsandina destûrek nû ya demokratîk wê bibe bingeh ji bo destpêkirina pêvajoyê? Pîvanên vê destûrê çi ne?

Avakirina meclîsek damezrîner ku nûnerên hemî hêz û pêkhateyan di nav de hebin gavek destpê ya girîng e. Destûr rêya xebatên siyasî vedike, eger prensîbên wê werin bicîhanîn, ew dikare me ber bi rêya rast ve bibe.

Pîvanên bingehîn ên ji bo destûrekê divê ev bin: Serweriya qanûnê, hemwelatîbûna wekhev, jihevcudakirina hêzan, parastina mafên mirovan, pirrengiya siyasî, bêalîbûna dewletê li hember olan û naskirina cihêrengiya neteweyî û etnîkî.

Sîstema nenavendî modela herî baş e ji bo lihevkirinê. Divê destûr mafên takekesî, jinan, azadiya çapemeniyê, perwerde, tenduristî û parastina jîngehê mîsoger bike.

* Pêkhateyên cuda yên Suriyeyê wê çawa karibin nêrînên xwe yên destûrê de bînin ziman?

Ev tişt bi rêya çalakiyên ji bo avakirina prensîbên destûrî, komxebatan, diyalogên civakî, avakirina koman û anketên neteweyî dikare were pêkanîn.

Pîvana herî dawî hilbijartinên azad in, lê beriya wê, divê hemû pêkhate, beşdarî nivîsandina destûrê bibin da ku referandûm bibe erêkirineke rewa ya bi navê gel.

* Alî - hikûmet, partiyên siyasî û civaka sivîl  divê di pêvajoya nivîsandina destûrê de çi bikin?

Divê hikûmet pirrengî û cudahiyan nas bike, dorhêlek siyasî û zagonî ya zelal peyda bike ku rê bide azadiya îfadekirin û avakirina partiyan. Li şûna ferzkirina danezana destûrî ya yekalî, pêvajoyek danûstandinê ya rasteqîn bide destpêkirin.

Partî jî divê dest ji dûrxistin û mezhebperestiyê berdin, nêrînên neteweyî yên ku lihevkirinê diafirînin pêşniyar bikin û eniyên demokratîk ava bikin.

Divê civaka der derbarê destûr, demokrasiyê de bê agahdar û perwerdekirin. Pêwîste rêxistinên civak pêvajoyê bişopînin, diyalogên civakî li dar bixin, jinan, ciwanan û penaberan beşdar bikin.

* Gelo hewldanên MSD`ê hene ku piştgiriyê bide pêvajoya nivîsandina destûrê?

Bi rastî MSD’ê hewldan kiriye û dike. Peymana Civakî ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye sazkirin, bûye bingeha avakirina ramanên destûrî yên ku maf, azadî û naskirina hemû pêkhateyan misoger dike. MSD têkildarî destûrê her wiha gelek komxebatan li dar dixe da ku nêrîneke hevpar ava bike.

MSD bi hêzên civakî û siyasî re civînan li dar dixe. Li ser mijarên wekî ewlehî, maf, îfadekirina ramanê û rêxistinkirinê diyalogan pêş dixe. Em bi hêz û platformên ku li ser prensîbên destûrî dixebitin re jî hevkariyê dikin.

* Xebatek çawa pêwîst e ku destûr li gorî daxwazên hemû pêkhateyên Sûriyayê be?

Divê destûr cihêrengiya etnîkî, çandî û zimanên wekî Kurdî û Suryanî-Aşûrî nas bike; bikaranîna wan zimanan di perwerde, medya û cihên fermî de mîsoger bike.

Divê destûr li ser wekheviya rastîn û sistemeke nenavendî were avakirin ku her pêkhate karûbarên xwe di nav yekîtiya dewletê de birêve bibe, nûnertiya her pêkhateyê di saziyên dewletê de mîsoger bibe.

* Niha çi astengî li pêşiya pêvajoya veguherîna demokratîk hene?

Yek ji astengiyên herî girîng ên li pêşiya pêvajoya veguherîna demokratîk, sîstema ewlehiyê ye ku nahêle dewleta totalîter hilweşe. Ji destpêkê ve vê sîstem xwe spartiye desteserkirina nirxan, bermahiyên Partiya BAAS û dixwaze li ser rêya BAAS’ê bimeşe.

Tiştên din ên dibin asteng, hebûna desthilata defacto ye, hikûmeta heyî yek ji van desthilatan e. Hebûba desthilata olî ku demokrasiyê weke kufriyê dibîne jî asteng e.

Faktorên din dûrketina ji siyasetê, bêbaweriya bi xebata siyasî û nêrîna ku siyasetê tenê karê hinek derdoran dibîne ye.  

destwerdana welatên herêmî yên ku naxwazin demokrasiyê derbasî welatê wan bibe jî, bandorê li veguherîna demokratîk dikin.

Xala herî girîng a ku veguherîna demokratîk dereng dixe, lawaziya hêzên demokratîk e ku perçe perçe, dorpêçkirî an jî bê fînanse ne. Li hemberî  hêzên radîkal ên xwedî çek û piştgiriyê, hêzên demokratîk, lawaz in.

* Bi nêrîna we, siberoja Sûriyeyê dê çawa be? Ji bo serkeftina wê divê çi gav bên avêtin?

Di bin siya hikûmeta El Şeraa de ku  têgeha demokrasiyê qebûl nake, dê ev  pêvajo dirêj û dijwar be. Ger ev hikûmet xwe ji otorîterîzma kevneşopî cuda neke, wê pêvajoya veguherîna demokratîk dirêj bibe. Ev yek dê serkeftina veguherîna demokratîk asteng bike. Veguherîna demokratîk bi îradeya siyasî ya hikûmetê ve girêdayî ye. Xebatên şênber lazim in, ne tenê axaftin. Hikûmetê heta niha behsa demokrasiyê an jî têgeha niştimaniyê nekiriye. Divê bi awayekî şênber pêvajoya demokrasiyê, destûrê û pirrengiyê were şopandin.

Divê hemî hêz û pêkhateyên neteweyî û opozîsyon beşdarî diyalogek vekirî destûrî û reforma siyasî bibin. Pêwîste ji azadiyên giştî û mafên mirovan re rêzdarî hebe.

* Civaka navneteweyî çawa dikare piştgiriyê bide pêvajoya veguherîna demokratîk?

Civaka navneteweyî dikare fişarê li hemû aliyan bike ku beşdarî pêvajoya demokratîk bibin. Dikare pêvajoya Cenevreyê li gorî biryara 2254’an veguherîne pêvajoyek destûrî ya rasteqîn. Wekî pêvajoya li Tunusê dikare bi şêweyên teknîkî û qanûnî piştgiriya nivîsandina destûrê bike. Dikare pêkanîna reformên qanûnî, azadiyên giştî û azadiya ramanê bike şertek ji bo piştgiriya siyasî ya ji nû ve avakirinê.

Eger xweseteke civaka navneteweyî ya piştgirya demokrasiyê hebe, dikare pêvajoya hilbijartin û siyasî bişopîne. Bêyî demokratan demokrasî nabe, ji bilî destê te kes çermê te naxurîne.

Tişta tê xwestin ew e ku Sûrîyeyî projeya xwe ya demokratîk çêbikin. Divê hêzên opozîsyonê û civaka sivîl daxwazên xwe yên demokrasiyê bikin yek û bi rêya Sûrîyeyiyên li derveyî welêt, rêxistinên mafên mirovan û medyayê fişaran xurt bikin. Civaka navneteweyî dê ji te re demokrasiyê neyîne, divê hûn bi xwe bingehek bi bandor çêbikin û bi bawer bin, bi îradeyek siyasî ya azad bixebitin da ku bigihîjin armancên xwe.

(k)

ANHA