Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir

Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir Bi çandina rêbazên herêmî di çandiniyê de, mewsima îsal a sebzeyên havînê li Reqayê geş bûye û bihayên sebzeyan erzan bûne. Li Reqayê hilberîna herenî sebzeyan biha erzantir kir

Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir
Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir
Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir
Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir
Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir
Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir
Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir
Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir
Hilbirîna sebzeyên herêmî biha erzan kir
8 tîrmeh, 2025   03:45
REQA
ENES MIHEMED

Cotkar Hemze El Elî yê ji bajarokê Kîsra Ferec ê başûrê kantona Reqayê rêbazên nûjen ên çandiniyê wekî avdana bi dilopan û enerjiya tavê bi kar tîne.

El Elî diyar kir ku wî di baxçeyê xwe yê 40 donimî de firingî, îsot, bacan û xiyar çandine û got: "Rêbaza avdana bi dilopan asta hilberînê bi temamî guhart. Li şûna jenetorên sotemeniyê yên ku jê re kedek mezin divê, me xwe spart enerjiya tavê. Ev jî hişt ku lêçûn kêm bibe û avdan hêsantir bibe."

Di avdana rêbaza dilopan de, ava ku diherike rehên her giyayekî ne zêde ye, ev jî dihêle xerckirina avê kêm bibe û giya têra xwe avê bigire.

Li kêleka wê, cotkar diyar dikin ku ev rêbaz baştir e, ji ber ku nahêle av bigihîne pelên giyayan û bi wê re nexweşiyên kufikî (fungî) kêm dike.

El Elî bang li hemû cotkaran kir ku vê rêbazê bi kar bînin, ji ber ku ew hilberînê zêde dike, kalîteya berheman baştir dike û lêçûna avdanê û serfkirina avê jî kêm e.

ERZANBÛNA BIHAYÊ FIRINGIYAN TEVGERA SÛKÊ GEŞTIR KIRIYE

Hilberîna baş a sebzeyan bihayên wan jî erzan kirin. Her kîloyek firingî bi 900-1200 lîreyan e, berî çend salan jî bi zêdetirî 9 hezar lîreyan bû. Ji ber erzanbûna firingiyan, şênî dimsê wê çêdikin. Girêdayî wê, xwediyê amûra guvaştina firingiyan li bakurê Sûka Hal a Reqayê Mihemed El Ehmed got: "Îsal kar geş bûye. Mewsim geş e û bihayên firingiyan jî erzan in. Ev jî hişt gelek kes mûneya zivistanê rakin."

Firingî 100 rojî dixwaze heta ku bigihîne qonaxa kamilbûn û berhevkirinê.

LI HEMBER ZEHMETIYAN PIŞTGIRIYA ÇANDINIYÊ

Pisporan diyar kir ku kêmbûna baranê hişt ku kufik û kurm di nav sebzeyan de zêde belav nebin û ew jî bû sedema pêşketina hilberînê.

Ji bo piştgiriya çandiniyê jî, Desteya Çandiniyê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew ji sedî 3 ji plana çandiniyê ya vê mewsimê, piştgiriyê dide çandina sebzeyan.

Deste, ji bo her cureyek çandiniyê wekî genim, ceh, pembû û sebzeyan rêjeyekê piştgiriyê vediqetîne. Ev jî dihêle hilberîna xwecihî pêş bikeve û cotkar ji bo bikaranîna rêbazên nûjen ên avdanê werin teşwîqkirin.

(mh/fr)

ANHA