Pizîşkiyan: Em amade ne ji nû ve dan û standinan bi Washingtonê re bikin

Serokê Îranê Masûd Pizîşkiyan diyar kri ku welatê wî amade ye ji nû ve dan û standinên nukleerî bi DYAˊyê re bike, her wiha Pizîşkiyan Îsraîl tawanbar kir ku hewl daye wî qetil bike.

Pizîşkiyan: Em amade ne ji nû ve dan û standinan bi Washingtonê re bikin
7 tîrmeh, 2025   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îranê Masûd Pizîşkiyan ragihand ku welatê wî amade ye ji nû ve dest bi dan û standinên nukleerî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bike.

Pizîşkiyan diyar kir ku welatê wî dibîne "tu pirsgirêk" ji bo jinûve destpêkirina dan û standinên nukleerî de bi DYAˊyê re tune ye, ger bawerî her du welatan bi hev vegeriya.

Pizîşkiyan di hevpeyvînekê de bi rojnamevanê Amerîkayî Tucker Carlson re aşkear kir ku pirsgirêka krîza baweriyê bi Washingtonê heye û pirsî ku "Wê çawa Îranê piştrast bike ku careke din Washington destûrê nede Îsraîlê ji bo êrişî Îranê bike."?

Pizîşkiyan Îsraîl tawanbar kir ku hewl daye wî qetil bike, lê dîroka wê yekê aşkera nekir.

Her wiha di serokê Îranê di hevpeyvîna xwe de got "Belê hewl dan. Bi vê meylê tev geriyan, lê bi ser neketin. Lê DYAˊyê ne li pişt vê yekê bû. Îsraîl bû. Ez di civînê de bûm. Hewl da herêma ku me tê de civîn li dar xistiye hedef bigirin."

Pizîşkiyan negot ev hewldana qetilkirina wî di dema şer de bû, lê di demeke din de bû.

Di 13’ê Hezîranê de Îsraîlê êrişî Îranê kir, gelek berpirsên leşkerî yên mezin û zanyarên nukleerî kuştin.

(ac/fr)

ANHA