Rîhan Loqo: Em ê di platformê de tecrubeyên xwe parve bikin

Rîhan Loqo da zanîn ku ew ê di Platforma Yekitiya Jinên Kurd de tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin û çalakiyên cur bi cur li ser asta Kurdistanê li dar bixin.

Rîhan Loqo: Em ê di platformê de tecrubeyên xwe parve bikin
17 nîsan, 2025   07:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Berdevka Kongra Star û ji endamên Platforma Yekitiya Jinên Kurd Rîhan Loqo ku di 7ê Nîsana 2025’an de bi nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê di bin banê “Civîna Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd” de hatin cem hev û ‘Platforma Yekitiya Jinên Kurd’ ava kir, têkildarî xebatên xwe û damezirandina platformê ji ANHA`yê re axivî.

Rîhan Loqo bi bîr xist ku yek ji dozên esasî yên Rojhilata Navîn azadiya jinan e, di vê sedsala ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje ev sedsal sedsala azadiya jinan e û şoreşên jinan dê çêbin û bi pêşengtiya jinên Kurd gelek xebat hatin meşandin. Lewra ew wek jinên Kurd li Rojava di van demên dîrokî de, ji bo ku bigihêjin nerîn û helwesteke hevpar Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava li dar xist

Rîhan Loqo got li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê civînek (Nîsan 2025) li dar xistine û da zanîn ku wan di civînê de encamên xebatên jinên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat nirxandin. Her wiha rewşa siyasî ya ku Kurdistanê, banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û peyama 8`ê Adarê ya Rêber Abdullah Ocalan, mijarên civînê bûn.

Rîhan Loqo destnîşan kir ku Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji 21 nûnerên ji Kurdistanê û derveyî welat hate avakirin û wiha got: “Bi rêya vê platformê em ê bikarin bi hev re gelek çalakî û xebatên çandî, hunerî, wêjeyî, siyasî û rêxistinî li dar bixin û bidin meşandin, tecrubeyên ku me bi rêya wê destkeftî bi dest xistin jî bi hev re parve bikin. Mînak; em ê bikarin bi rêya platformê festîvala jinên Kurdistanê çêkin û xebatên din ên li ser asta civakî û neteweyî bimeşînin.”

ANHA