‘Divê desthilata Tirk bersiva banga Rêbertî bide’

Koçberên ji Efrînê û şêniyên taxa Şêxmeqsûd diyar kir ku divê dewleta Tirk a dagirker bersiva banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bide. Her wiha destnîşan kirin ku divê dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bike û aştiyê pêk bîne.

‘Divê desthilata Tirk bersiva banga Rêbertî bide’
17 nîsan, 2025   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Bi armanca demokratîkkirina civakan û bidawîkirina şeran li Rojhilata Navîn, Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de bi navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" peyamek dabû. Banga Rêber Abdullah Ocalan li ser asta herêmî û navneteweyî hat pêşwazîkirin.

Der barê vê bangê de koçberên ji kantona Efrînê û şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Jina bi navê Qedriya Menan Mistefa ya ji koçberên bajarê Efrîna dagirkirî bi bîr xist ku banga Rêber Abdullah Ocalan ne nû ye û got: “Rêber Abdullah ê ji bo aştî û aramiyê têkoşînê dike, gelek caran bangên bi vî rengî kiribû. Lê dagirkerên Kurdistanê û pergalên desthilatdar bersiva banga wî ya aştiyê nedan û her tim bi rêbazên cudan rê li ber Rêbertî digirtin, her wiha zor û zext li dijî fikrên wî, gelê wî û doza wî dimeşandin."

Qedriya Mistefa diyar kir ku tevî hemû hewldan û astengiyan Rêber Abdullah Ocalan bi israr e ku têkoşîna aştiyê bidomîne û wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan gav şûnde neavêt û dest ji hewldanên xwe berneda, dîsa jî banga aştî û civaka demokratîk ji bo tevahiya cîhanê, partiya xwe û gelê xwe kir. Ev jî îsbat dike ku Rêbertî di rawestandina zimanê hiştk û akîtîvkirina zimanê diyalogan de cidî ye. Rêbertî dixwazze pirsgirêk bi rêya diyalogan çareser bibin û civakak demokratîk, exlaqî û polîtîk ava bibe.”

Qedriya Mistefa di dawiya axaftina xwe de soza domandina têkoşînê da û got: "Em xwe li gorî ramanên Rêbertiya xwe bi rêxistin dikin heya ku azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin. Rêbertî çawa jiyana xwe xist xizmetî jiyaneke azad û bi rûmet ji me em ê jî heya azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

GAVÊN JI BO AŞTIYÊ

Fatima Mihemed a ji Efrînê jî der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de got: "Rêber Apo çawa aştî, jiyaneke azad ji me re dixwaze û ji bo vê yekê têkoşînê dike, em jî daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin û di pêkanîna azadiya wî de bi israr in. Çiqasî me destkeftî bi dest xistibin jî, lê eger Rêberê me serbest neyê berdan, hingî em xwe azad nabînin."

Fatima Mihemed diyar kir ku ji dema dîlgirtinê Rêber Abdullah Ocalan bi armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina siberojeke ronak ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gelek analîz û nirxandin pêşkêş kirine. Her wiha bi bîr xist ku dagirkerên Kurdistanê bersivabanga Rêber Abdullah Ocalan nadin û Kurdan wek netewe û dîrok nas nakin.

Fatima diyar kir ku divê dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya banga Rêber Abdullah Ocalan de gavan biavêje û fêm bike ku domandina hişmendiya înkarkirina neteweya Kurd dê wê bi xetereyê re rû bi rû bihêle û civaka Tirk ji hev bixe.

Jina bi navê Eyşe Reşîd a ji Şêxmeqsûdê jî anî ziman ku divê dewleta Tirk banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan qebûl bike û bibersivîne û dev ji siyaset û zihniyeta xwe berde da ku karibe civaka xwe rizgar bike.

Eyşe anî ziman ku siyaseta înkarê dê encamên xirab ji siberoja Tirkiye û herêmê re bîne.

Eyşe Reşîd di dawiya axaftina de anî ziman ku dê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û got: "Bi ramanên azad, aştî û demokasiyê kesayetên azad û civakên azad ava dibin."

(bb)