Koçberên ji Efrînê: Bêyî garantiyan veger ne mimkun e

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê got "Efrîn nasnameyek e, bêyî garantîkirina hawirdoreke ewle ku rûmeta me û mafên me biparêze, vegera li Efrînê ne mimkun e."

Koçberên ji Efrînê: Bêyî garantiyan veger ne mimkun e
17 nîsan, 2025   06:15
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku li kantona Tebqayê li navendên demkî bi cih bûne, der barê vegera xwe ya li Efrînê de diyar kir ku bêyî garantiyên ewlehiyê yên rasteqîn vegera wan ne mimkun e.

Mihemed El Meşhedanî got: "Bi salan me koçberî derbas kir, em êşên giran kişandin ku nayên wesifandin. Derketina me ya ji Efrînê ji bo parastina rûmeta me bûn. Em çawa dikarin niha vegerin û rûbirûyê heqaretê bibin? Em red dikin ku di bin desthilatdariya kesên me dane koçberkirin, bijîn. "

Mihemed El Meşhedanî diyar kir ku her vegereke li warê xwe divê li ser esasê edalet û rûmetê bê avakirin û wiha pê de çû: "Em mafên xwe dixwazin. Divê veger bi garantiya navneteweyî be ku ewlehiyê mîsoger bike û sivîlan ji kuştin, revandin û diziyê biparêze. Di heman demê de divê hesab ji berpirsên sûcên ku li dijî me hatine kirin bê prisîn. Me bi salan êş kişandin, em daxwaza vegera bi rûmet dikin."

Husnî Necar ku bavê 3 zarokan e, da zanîn ku ewlehî şertê bingehîn ê vegerê ye û ev tişt anî ser ziman: "Ne mimkun e malbata xwe vegerînim herêma ku binpêkirin lê dewam bikin û qanûn lê tune be. Rojane em nûçeyên der barê talankirin û kuştinan ji wan herêman dibihîzin. Em dixwazin hin kesên bêalî an jî rêveberiyek sivîl hebin da ku parastina şêniyan û mafên wan mîsoger bike."

Husnî Necar bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kir û got: "Ji bo koçberên Efrînê li warê xwe vegerin destwerdanê bikin û jiyaneke ewle ji wan re mîsoger bikin. Divê hêzên Tirk ji herêmê derbikevin. Ji şer û herkîna xwînê li Sûriyeyê re êdî bes e."

Rozalîn Koşan jî hêvî kir ku vegere warê xwe û got: "Vegera li Efrînê ne vegera ji rêzê ya li cihekî ye, lê belê vegera li nasname û jiyanê ye. Ez venagerim cihekî ku zordestî û sûc lê bêne kirin. Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em dixwazin bajarê xwe ava bikin û zarokên xwe bê tirs hînî çand û zimanê xwe bikin."

Rozelîn Koşan anî ziman ku “Efrîn ne kevir û dar e, lê nasnameyeke giştî ye” û got: "Eger ev nasname li cihê xwe yê xwezayê neyê vegerandin, hingî wê veger kêm be. Daxwazên me yê pêşîn ewlehî, mîsogerkirina mafên û vegera ewle ne."

(bb)

ANHA