Rexneyên li ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ û pirsgirêka Kurd mijarên rojnameyên erebî ne

Çavdêran diyar kir ku ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyê’ ne li gorî armancên xwe bû. Li aliyekî ji ber nebeşdariya komên civakî yên berfireh kongre rastî rexneyên dijwar hat. Tirkiye jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşberî derfeteke mezin e.

Rexneyên li ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ û pirsgirêka Kurd mijarên rojnameyên erebî ne
26 sibat, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyê’ û pirsgirêka Kurd de nivîsîn.

‘JI BO REWAKIRINA SEROKATIYA ŞARAÎ Û PAŞGUHKIRINA KURDAN DIYALOGA DEFAKTO’

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, wiha nivîsî: “Çavdêr di wê baweriyê de ne ku diyaloga nîştimanî ya ku wek defakto li ser aliyên cuda tê ferzkirin, di berjewendiya Şaraî de ye û dibe sedema bihêzkirina bandora wî li ser dezgehên ewlekarî, leşkerî û rêvebirinê, bi taybetî ku piraniya wan dezgehan girêdayî Heyet Tehrîr El Şam in. Li aliyekî din jî hewldanek heye ku Kurdan paşguh bikin. Bi taybet ku nûçeyên têkildarî vekişîna Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin, bêyî ku bi Şam û Enqereyê re li ser garantiyên berjewendiya Kurdan dan û standinan bikin.”

‘KONGREYA NÎŞTIMANÎ BEHSA YEKITIYÊ KIR LÊ JI BER DÛRXISTINA PARTÎ Û MEZHEBAN JÎ REXNE LÊ HATIN KIRIN’

Der barê mijarê de rojnameya El Nahar a Lubnanê ku nêrînên siyasetmedaran ên têkildarî kongreyê girtin, li ser zimanê serokê Tevgera Avakirina Neteweyî Anas Jûd diyar kir ku kongre "komên civakî yên berfireh nagire nava xwe." Her wiha diyar kir ku "vexwendname ji kesan re hatin şandin û nûnerên partî, rêxistin û mezheban hatin dûrxistin" û da zanîn ku beşdariya takekesî "ji bo kongreyê statuya nûnertiya cihêreng a siyasî û civakî nade.”

Rojnameyê nivîsî ku kongreya ku li Sûriyeyê tê lidarxistin, dibe ku negihêje armanca tê xwestin anku pêkanîna yekitiyê, lê dibe ku ew bibe pêngavek ber bi dabînkirina asta herî kêm a lihevhatina nîştimanî, heta ku siberojê diyaloga pêwîst were pêkanîn da ku ezmûnên berê dubare nebin.

‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA TIRKÎ-KURDÎ Û ENCAMÊN WÊ YÊN HERÊMÎ’

Rojnameya El Şerq El Ewset der barê pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de wiha nivîsî: “Însiyatîfa nû ya Erdogan û Ocalan ji bo bidawîkirina şerê 50 salan li Tirkiyeyê cidî xuya dike û eger bi ser bikeve, dikare bibe sedema ji nû ve teşedana hemû dînamîkên herêmê.”

Her wiha rojnameyê wiha nivîsî: “Pêvajoya aştiyê ya tirkî-kurdî ji bo serkirdeyên Tirkiyeyê derfeteke bêhempa ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî mezin e bibin xwediyê siyasetên berfirehtir. Her wiha derfetekê dide serkirdeyên Kurdan ku xwedî li insiyatîfê derkevin û bikin nexşerêya aştiyeke domdar.”