Meclisa Jinên Sûriyeyê: Em encamên ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ napejirînin 

Meclisa Jinên Sûriyeyê ragihand ku ew “encamên kongreya ku biryarên wê li ser esasê zîhniyeta dûrxistin, înkar û nepejirandinê ne, qebûl nakin.” Meclisê fikara xwe ya dubarebûna senaryoya rejîma hilweşiyayî anî ziman.

Meclisa Jinên Sûriyeyê: Em encamên ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ napejirînin 
26 sibat, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyeyê der barê ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ de ku duh li Şamê hate lidarxistin, daxuyaniyek da û metirsiya xwe ya der barê dubarebûna senaryoya rejîma hilweşiyayî de anî ziman.

Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: "Em wek Meclisa Jinên Sûriyeyê hemû tiştên ku di encama konreya ku xebatên wê bi zîhniyeta dûrxistin, înkar û nepejirandinê pêk tên, red dikin.

Em jinên Sûriyeyê, me têkoşîn kir ji bo ku Sûriyeyê bi pêş de bibin û di hembêza wê de bi rûmet bijîn. Em ê nebin amûrek ji bo rewakirina rewşa Sûriyeyê ya nebaş. Ev kongre berî li dar bikeve, mirî bû, gelê Sûriyeyê û bi taybet jinên Sûriyeyê dê qebûl nekin careke din kirasê zilmê li xwe bikin.”

(k)