Rêxistina Sara û PYDˈê bernameya 25ˈê Mijdarê aşkera kir

Rêxistina Sara û Meclisa Jinan a PYDˈê bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan aşkera kir.

11 mijdar, 2024   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyekê ku li Kantona Efrîn-Şehbayê, bajarên Heleb, Qamişlo û Hesekê daye, bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê aşkera kir.

Daxuyaniya Rêxistina Sara ya Kantona Efrîn-Şehbayê li Kampa Serdemê ya bajarokê Ehdasê ji aliyê rêvebera rêxistinê Tekoşîn Mihemed ve hat xwendin. Daxuyaniya li Helebê jî ji aliyê endama rêxistinê Zeyneb Elîko ve li pêşiya avahiya rêxistinê ya li taxa Şêxmeqsûdê, daxuyaniya li bajarê Qamişlo jî ji aliyê berdevka rêxistinê li taxa Hiko û daxuyaniya li bajarê Hesekê rêvebera rêxistinê Fereh Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê çalakiyên îsal ên 25ˈê Mijdarê bi dirûşma "Dagirkerî tundiya herî mezin e" werin lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê wiha ye:

Dê li hemû bajar, bajarok û gundan semîner li dibistanan werin dayîn.

Dê pankart li kolanan werin daliqandin û belavokên der barê 25ˈê Mijdarê de werin belavkirin.

Dê bi beşdariya hemû rêxistin û saziyên jinan mîtîng werin lidarxistin.

QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya çalakiyên 25ˈê Mijdarê aşkera kir. Daxuyanî bi tevlêbûna endamên Meclisa Jinan û endamên rêxistina Kongra Star li ber navenda PYD’ê ya li taxa Hîzam a Qamişloyê hat dayîn. Daxuyaniya bi zimanê kurdî ku ji aliyê endama Meclisa Jinan a PYDˈê Horiye Şemdîn ve û bi zimanê erebî ji aliyê berdevka meclisê Îlham Ebdullah ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de çalakiyên kampanyayê ku dê li 7 kantonên Herema Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên meşandin, wiha hatin ragihandin:

Lidarxistina panêlên diyalogê û atolyeyên hevbeş (ji bo jin û mêran) der barê tundiya li dijî jinan û rêbazên têkoşîna li dijî tundûtujiyê de.

Birêxistinkirina bernameyên hişyarî û perwerdeyê ku hemû beşên civakê li bajar û bajarokan digire nava xwe û giringî dayîna gundan.

Hevdîtinek li ser asta kantona Cizîrê li ser mijarên parastinê bi hemû şêweyan û li Dêrazorê û Minbicê û Kobanê civînên berfireh ên derbarê mijarên tundiyê de werin lidarxistin.

Ji aliyê ragihandinê ve, bi nivîsandina gotaran û lidarxistina platformên televîzyonê yên hevbeş, dê li ser mijarên tundiyê were sekinandin.

Di dawiya daxuyaniyê de li dijî tundiyê banga hevgirtinê hat kirin û wiha hat gotin: “Em banga hevgirtina li dijî tundiyê, li jinên cîhanê, rêxstinên jinan û tevahî beşên civakê dikin. Bi yekkirina têkoşîna jinê û xurtkirina xebatan ji bo bidesxistina guhertinên rasteqîn û avakirina pêşerojeke rêzgirtina li maf û rûmeta jinan û bê şidet, riya herî pêkan e."

(bb)

heleb

şehba

hesekê