Rewşenbîrên Kurd helwesta hevpar nîqaş dikin - 3

“Ger rewşenbîr planên dagirkeran nas nekin û bikevin nav berjewendiyên xwe, ew rewşenbîrên sexte ne.” Bi van gotinan dîroknas Biradost Mîtanî diyar kir ku divê hemû rewşenbîrên Kurdistanê li dijî dagirkerî û planên dagirkeran gelê xwe hişyar bikin û di xebatên civakî de cih bigirin.

Rewşenbîrên Kurd helwesta hevpar nîqaş dikin - 3
8 tebax 2024   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Dîroknasê ji Rojavayê Kurdistanê Biradost Mîtanî der barê planên dagirkeran ên li ser Kurdistanê û girîngiya yekbûna partiyên siyasî yên Kurdan de axivî.

Biradost Mîtanî bi bîr xist ku ji dîrokê heta niha bi şiyarbûna gelê Kurd re her şoreş çêbûne û got: “Ji berê de dewleta Tirk dijminê doza Kurd e û dixwaze Kurd bindest bin. Li dijî vê dema gelê Kurd şiyar bû şoreş pêk hatin. Mînakeke wê damezirandina PKK`ê ye ku azadiya Kurdistanê dixwaze. Di bin vê siya biratiya gelan û neteweya demokratîk de doza gelê Kurd bi ser dikeve. Lewra dewleta Tirk vê şoreşê wek metirsî li ser armancên xwe yên nîjadperest dibîne. Piraniya serokên Tirkan dema tên ser desthilatê, dibêjin `konekî Kurdan li ser heyvê hebê jî em ê hilweşînin.` Di pêkanînê de vê dijminatiyê dikin.”

‘LI DIJÎ KURDAN HEVSENGIYÊ BI REJÎMÊN DERDORÊ RE DIKIN’

Biradost Mîtanî anî ziman ku dewleta Tirk ji bo hilweşandina Kurdiyetê bi her çar dagirkerên Kurdistanê re ketiye nav polîtîkayên hevsengiyê û got: “Dewleta Tirk dijî şiyarbûna li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye, dijî statûya Rojavayê Kurdistanê ye, dijî azadiya Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo wê rejîma Tirkperest hevsengiyê bi rejîmên hevîrdor re dike, yekîtiyekê çê dike ku nehelin gelê Kurd azad be. Hezar mixabin ku dewletên kapîtalîst û dewletên berjewendîperest ne bi mafê mirovane ku bi dewleta Tirk re bi peyman û zagonan re hevsengî çêkirine. Ji dagirkeriyê re dibin pişt ku dewleta Tirk van êriş û hovîtiyê tîne serê gelê Kurd. Plan û armancên van dagirkeran yên dijî axa Kurdistanê û mafê gelê Kurd her digihîjin hev. Îro di encama derfeta heyî carna ew planên wan ji wan re dibin nakokî, bisernakevin û dikevin xizmeta doza gelê Kurd e.”

DERFETÊN DESTKEFTIYÊN LI KURDISTANÊ

Mîtanî, derfeta li pêşiya gelê Kurd bi vê gotina pêşiya pênase kir “Giya di bin keviran de namîne” û wiha balkişand ser têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê: “Îro derfeteke mezin li pêşiya me hene; mînak li Başûr statûyek heye, heman demê avabûna PKK`ê bandorek mezin li gelê xwe û qada navdewletî kir. Li Rojava şoreşek heye. Li Bakurê Kurdistanê jî dîwarên tirsê dişkin, zindanan de girtî berxwedidin, zimanê Kurdî xwe ferz dike ku têkeve zaningehan de. Çi qas rejîmên dagirker, dijî gelê Kurd faşîzm pêk anîbe jî bi demê re ew faşîzm lewaz bû ku hişt gelê Kurd zêdetir şiyar be û bigihîjê doza xwe. Ew gotina digotin `Kurd Tirkên çiyayî ne` êdî nema cihê xwe digire. Çi qas siyaseta Erdogan hovane bê jî lê bin dikeve. Di nêzîkatiyên hin dewletan de me guhertin çêkiriye. Em gihîştine wê qonaxê ku em bûne hêzek.”

‘LI DIJÎ PLANAN DIVÊ VEGERIN MALA KURDÎ’

Biradost Mîtanî diyar kir ku ji bo valaderxistina planên nûjên yên ser Kurdistanê îşaret bi yekrêziya mala kurdî kir û wiha berdewam kir: “Erdogan ji bo armancên xwe yên Misak-î Milî pêk bîne hemû hewildanên xwe kirin. Di van siyasetên xwe de şikestin, niha jî dixwazin bi rejîma Sûriyeyê re lihev bikin. Armanc şikandina Rêveberiya Xweser e. Metirsiyek heye, divê em vê ji gelê xwe re bidin nîşandan. Hemû partiyên siyasî dijî van polîtîkayan divê yekrêziya mala Kurdî vegerin. Yekitiya mala Kurd tişta herî girîng û pêwîst e. Divê Kongreyek Netewî ya Kurdistanê êdî biserbikeve ku tê de rewşenbîr jî dê cihê xwe bigirin. Kongreya Netewî heye lê mixabin hemû aliyên Kurdî tê de cih nagirin ji ber wê ev qels e. Ger Kongreyek netewî bê lidarxistin ew ê bibe hêz. Hêz û şervanên me wekî gerîla, YPG/YPJ, Peşmerge di bin sîwana wê kongreyê de bibin rêxistinî.”  

`NEYEKBÛN DIKEVE XIZMETA DIJMIN Û DAGIRKERAN`

Biradost Mîtanî hin encamên pêkneanîna yekitiya Kurd wiha nirxand: “Mixabin hin partiyên siyasî xwe ji yekitiyê didin aliyekî. Ji yekîtî û têkçûna desthiladariya xwe ditirsin. Zerera vê ya herî mezin ew e ku dikeve xizmeta dagirker û dijminan. Mînak li Rojavayê Kurdistanê ji ber yekîtiya mala Kurdî çê nebû hinek berxwe dan, bedel dan hinek jî ketin refên dagirkeran. Zerera wê ew bû ku mala Kurdî perçe perçe bû, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî hate dagirkirin. Ger partiyên me yek bin dê dîsa partiyên me bibin rêveberên Nînova. Ger YNK û PDK xwe bikin yek dê Kerkûkê bikin kurdistanî. Lê mixabin hin partiyên Kurd hene ku li Kerkûkê piştgiriya Tirkmenên girêdayî Tirkiyeyê û Erebên faşîst dikin.”

`DIVÊ PARTIYÊN ME LI DIJÎ GERÎLA BI DEWLETA TIRK RE NEBIN ALÎKAR`

Mîtanî, li dijî erêkirina PDK`ê ji bicihkirina leşkerên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê re helwest nîşan da û wiha pê de çû: “Em li Rojava li dijî xirabkirina aramiyê û êrişên artêşa Tirk li ber xwe didin lê mixabin bi hezaran hêz li Başûrê Kurdistanê bi cih kirine. Hatina wan a Başûrê Kurdistanê li dijî kesên Kurdperwer e. Divê partiyên me yên Kurd vê bizanin. Serxwebûna Başûr heye, berjewendiyên xwe diparêzê lê divê rê nede dewleta Tirk. Divê vê plana dagirkeran bizanin û li dijî gerîla bi dewleta Tirk re nebin alîkar.”

‘DIVÊ REWŞENBÎR XIZMETA CIVAKÊ BIKIN’

“Divê rewşenbîr bi hest û baweriyên xwe welatparêz bin, ne berjewendîperest bin.” Bi van gotinan dîroknas Biradost Mîtanî rola rewşenbîran a demê wiha şîrove kir: “Vê siyaseta dagirkeran divê bi lêv bikin, çawa ji bajarên hatine dagirkirin re xwe ker dikin? Mixabin hin rewşenbîr hene nabêjin `Efrîn dagirkirî ye.` Ronî li ber çava ye, dijmin dixwaze Kurdan tune bike. Ew rewşenbîrên xwe ji van re ker dikin rewşenbîrên çi ne? Çi xebat hebe divê rewşenbîr tê de cih bigirin. Ger rewşenbîr planên dagirkeran nas nekin û bikevin nav berjewendiyên xwe, ew rewşenbîrên sexte ne. Divê rewşenbîr di xizmeta civaka xwe de bin, koçber nebin, nekevin nav planên dagirkeran. Rola sereke ya rewşenbîran parastina destkeftiyan e.”

ANHA