Roja Şehîd a Aşûrî li Til Temirê hat bibîranîn

Bi dehan Aşûriyên Suryan ên bajarê Til Temirê Roja Şehîd a Aşûrî bi bîr anî.

Roja Şehîd a Aşûrî li Til Temirê hat bibîranîn
Roja Şehîd a Aşûrî li Til Temirê hat bibîranîn
Roja Şehîd a Aşûrî li Til Temirê hat bibîranîn
Roja Şehîd a Aşûrî li Til Temirê hat bibîranîn
Roja Şehîd a Aşûrî li Til Temirê hat bibîranîn
Roja Şehîd a Aşûrî li Til Temirê hat bibîranîn
Roja Şehîd a Aşûrî li Til Temirê hat bibîranîn
Roja Şehîd a Aşûrî li Til Temirê hat bibîranîn
7 tebax 2024   23:13
HESEKÊ

Di 7'ê Tebaxa 1993'yan de hikumeta Iraqê di serdema serokê berê Reşîd Elî El Gêlanî de li dijî gelê Aşûrî yê Suryanî yê Kildanî  komkujiya Sêmêl pêk anî. Di encamê de 3 hezar kes hatin qetilkirin.

Girêdayî wê, Partiya Aşûrî ya Demokratîk û Partiya Yekitiya Suryanî merasîma bibîranînê li hola dêra Qedîse ya bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di merasîmê de bi dehan Aşûrî - Suryan, pêkhateyên bajêr, Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û nûnerên partiyên siyasî yên bajêr beşdar bûn.

Di serî de endamê Desteya Rêveber a Partiya Aşûrî ya Demokratîk Şamûn Kako roja 7'ê Tebaxê ku hemû wateyên fedakariyê di xwe de dihewîne bi bîr anî û got: "Ji bo avakirina yekbûnekê ku xwedî li doza gelê Aşûrî derdikeve, em destê xwe dirêjî hemû saziyên siyasî, civakî, olî û çandî dikin. Her wiha em soz didin ku em bi hev re ji bo serkeftina vî gelî bixebitin."

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdên Aşûrî Neynewa Moşî got: "Komkujiya Sêmêl qirkirineke komî ya li dijî gelê Aşûrî ye. Ew komkujî ya herî qirêj a di dîrokê de ye û şopên wê jî dê her di bîra Aşûriyan de bimînin."

Neynewa her wiha şehîdên 23'yê Sibata 2015'an ên ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê têk birine, bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de stranên neteweyî yên Aşûrî yên li ser komkujiya Sêmêl hatin gotin û mûm hatin pêxistin.

(mh)