Li kantona Firatê projeyên şaredariyê

Yekitiya Şaredariyan a Kantoan Firatê projeyên xwe yên di plansaziya îsal de pêk tîne.

Li kantona Firatê projeyên şaredariyê
Li kantona Firatê projeyên şaredariyê
5 tebax 2024   08:45
KOBANÊ

Di plansaziya îsal a Yekitiya Şaredariyan a Kantona Firatê de gelek projeyên xizmetguzariyê hatin diyarkirin.

Der barê plansaziyan de hevseroka Yekitiya Şaredariyan a Kantona Firatê Felek Yûsif ji ANHA’yê re axivî. Felek Yûsif diyar kir ku rêyên ku par hatibûn amadekirin lê nihatin qîrkirin, niha tên sererastkirin û qîrkirin.

Felek Yûsif destnîşan kir ku li bajar û gundên kantona Firatê dê mesafeya 66 kîlometre rê were qîrkirin û wiha pê de çû "Li bajarê Eyn Îsayê wê 7 kîlometere, li gundewarê rojavayê Girê Spî 8 kîlomtere, li bajarê Kobanê 10 kîlometre, li Sirînê 3 kîlomtere, li Remala 2 kîlomtere, li Qadiriyê 5 kîlometere, li Qenaya 2 kîlomtere, li bajarokê Bender yek kîlomtere, Til Xezal 5, Şêranê 5 kîlomtere, Taşlûk jî 5, li Belek 1.0 û li Çelebiye jî 5 kîlomtere rê werin qîrkirin."

Hemwextî qîrkirina rêyan jî li bajarên Kobanê, bejarokên Hîşe û Şêran û bajarê Sirînê xetên kanalîzasyonê tên çêkirin.

Têkildarî ava vexwarinê jî, projeya avakirina depoya avê ya li gundê Cib El Ferec ketiye qonaxa duyemîn. Projeya avakirina vê depoyê wê avê ji 5 gundan peyda bike. Projeya avakirina depoya avê ya li gundê Til El Eber ku dê xizmeta 45 gunand bike jî di qonaxa xwe ya duyemîn de ye. Li bajarê Çelebiyê jî projeya avakirina depoyeke avê dest pê kiriye.

Felek Yûsif li ser projeyên Gerînendetiya Avê diyar kir ku ji bo stasyonên avê dê enerjiya tavê werin danîn û bi bîr xistin ku di encama êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser stasyonên ceyranê de pirsgirêka dabînkirina ceyranê deketin.

Gerînendetiya Avê dê avê bighîne herêma pîşesaziyê ya nû ya li 2 km dikeve başûrê bajarê Kobanê.

(bb)

ANHA