Li Babê, di navbera çeteyan de şerekî dijwar

Li bajarê Babê yê dagirkirî di navbera çeteyan de şerekî dijwar rû da. Di encamê de gelek çete birîndar bûn.

Li Babê, di navbera çeteyan de şerekî dijwar
7 tebax 2024   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, çeteyên bi navê ˊAl Wakîˊ û çeteyên ji eşîra El Zamil a êla El Eşara bi çekên navîn û sivik bi hev ketin.

Hat aşkerakirin ku, piştî pevçûnan, çeteyên ˊEhrar El Şerqiyeˊ bi fermana serçete Ebû Hatim Şeqra êriş Babê kir û taxa ˊAl Wakîˊ ya li naverasta bajêr dorpêç kir, di encamê de 7 çete ji her du aliyan birîndar bûn.

Her wiha êriş ji gelek aliyan ve ber bi sûka ˊtaxa Al Wakîˊ ve pêk hat. Ji kolana Nofotê ber bi mezgefta mezin, ji taxa El Eşra ber bi mizgefta mezin û ji kolana Isfor ber bi mizgefta mezin ve êriş pêk hatin.

Li gorî agahiyên berdest, çeteyên ˊPolîsên Sivîlˊ, El Şamiye, Siqûr El Şam destpêkê destwerdan kir û dûre vekişîn.

Weke encama destpêkê, 5 çeteyên Ehrar El Şerqiye, 2 ji Al Wakî û çeteyek ji Polîsên Sivîl û 7 sivîl birîndar bûne.

(fr)