NADA: Qirkirina jinan rawestînin

Hevbendiya NADA’yê êrişên li ser jinan şermezar kirin û bang li aliyên têkildar kir ku hesab ji êrişkaran bipirsin û cezayên darvekirinê yên li dijî jinên çalakvan rawestînin.

NADA: Qirkirina jinan rawestînin
6 tebax 2024   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Jinan (NADA) bi wesîleya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya li Şengalê, êrişên li ser jinan ên li Sûdan, Filistîn û Efganistê, her wiha cezayê darvekirinê ku dewleta Îranê li çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî biriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Hevbendiya Demokratîk a Herêmî ya Jinan (NADA) em  qirkirina plankirî ya li ser tevahî jinên êzidî, afgan, sûdanî û filistînî şermezar dikin. Careke din em piştgiriya xwe bi têkoşîn û berxwedana jinên êzidî, afganî, sûdanî, filistînî û tevahî jinên azad ên li herêmê û cîhanê re radighînin. Em bang li saziyên naveteweyî yên têkildar dikin ku li hemberî binpêkirinên ku dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî û sûcên qirkirina sîstematîk ji bêdengiya xwe derkevin. Ji bo rawestandina van sûcan tavilê bikevin tevgerê. Here wiha em bang dikin ku zextê li aliyê têkildar bikin bila cezayê darvekirinê yên li dijî jinên çalakvan ên li Îranê rawestînin."

(bb)