Li kantona Dêrazorê rewşa dawîn

Komên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa Watanî hewl da ji aliyê rojhilatê kantona Dêrazorê ve bikevin herêmên Rêveberiya Xweser lê QSD`ê êrişa wan bersivand. Di encamê de şer derket û 8 êrişkar hatin kuştin. Her wiha 2 sivîl jî şehîd bûne.

Li kantona Dêrazorê rewşa dawîn
Li kantona Dêrazorê rewşa dawîn
Li kantona Dêrazorê rewşa dawîn
7 tebax 2024   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa Watanî saet dora 02:00`an, êrişî bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê kiribû. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êrişan da.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa Watanî ji bendên xwe yên li gundewarê Meyadîn, Bû Kemal û herêma Eşare dora bajarokê Zîban, Şihîl, Tiyane, Dernic, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, El Latwa û Xiranîc ên rojhilatê Dêrazorê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecih li herêmên hikumeta Şamê, hemwextî topbaranê, komên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa Watanî li ser fermanên serokê "Îstixbarata Giştî" Husam Loqa ji baregehên xwe yên li bajarokên Beqris Jorîn, Beqris Jêrîn, Qûriye û Sibêxan bi keştiyan li aliyê rojhilatê Dêrazorê xwestin bikevin herêmê.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di encama topbarana li ser jîngehên li rojhilatê Dêrazorê de, 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Di nava wan de 2 zarok jî hene.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hewldana çeteyan û hêzên hikumeta Şamê bersivand û di navbera wan de şer li bajarokê Ebrîhe, dora bajarê Besîra, Zîban, Şihêl, Tiyane, Dernic, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, El Latwa û Xiranîc derket.

Li gorî fermandarên wê qadê, di şerê 4 saetan de QSD`ê êriş têk bir. Di encamê de 8 êrişkar hatin kuştin û cenazeyên 3 êrişkaran di destê QSD`ê de ne. Her wiha 16 êrişkarên din birîndar bûn û yên mayî jî reviyan cihê jê êriş kirine.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê jî, bi baldarî li bajarokê Ebû Hemam tev digere, ji ber ku şer li wir berdewam e. Li bajarokên mayî jî, hêzên ewlekariyê û leşkerî qedexeya giştî ragihand û dewriye û bendên xwe zêde kirin.

Li rojhilatê Dêrazorê jî, ji ber topbaranê şênî ji warên xwe derketin û berê xwe da gundewarên Ezbe û bajarê Sor ê li bakurê kantona Dêrazorê.

(şx)

ANHA