Buroya Hiqûqê yê Sedsalê: Divê di zûtirîn dem de gavên demokratîk bên avêtin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi wesîleya salvegera hevdîtina dawî ya parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re daxuyanî dan û gotin, “Divê di zûtirîn dem de gavên demokratîk bên avêtin û li Îmraliyê hevdîtinên parêzeran pêk were.”

Buroya Hiqûqê yê Sedsalê: Divê di zûtirîn dem de gavên demokratîk bên avêtin
7 tebax 2024   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi wesîleya salvegera hevdîtina herî dawîn a parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re ku di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatibû, li ser hesaba medyaya dijîtal daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di hevdîtina herî dawîn a bi parêzeran re Birêz Ocalan li ser dibetiya şer a li Serekaniyê û Gire Spî diyar kiribû ku ew dikare di nava hefteyeke de bi temamî dawî li şer bîne, berovajî wê birînên kûr ên civakî vebibe û aborî jî nikare vê rewşê ragire. Lê banga çareserî û diyalogê yê Birêz Ocalan bê bersiv ma.”

 ‘DIVÊ GAVÊN DEMOKRATÎK BÊN AVÊTIN’

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî hevdîtina 5 sal berê ya bi Abdullah Ocalan re qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re dest pê kiriye û wiha hate gotin: “Dema ku lêgerîna têgihiştina rêveberiyê ku bi berdewamî civakê xurt bike hat kirin, pêvajoyeke ku civakê ji hev cihê dike, di serî de aborî ji her milê ve civakê paş ve dibe û qels dike hate jiyîn. Divê êdî bê dîtin ku sîstema tecrîda Îmraliyê bandoreke neyînî li her kesî dike, sîstema hiqûqê serûbin dike û hatiye qonexeke ku nikare bê meşandin. Divê di zûtirîn dem de gavên demokratîk bên avêtin û li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzeran re pêk were.”