Naveroka serdana nûnerê taybet ê Rûsyayê ya Sûriyeyê ji bo Enqereyê

Rojnameyeke girêdayî hikumeta Şamê naveroka serdana nûnerê taybet ê Rûsyayê yê Sûriyeyê ji bo paytexta Tirkiyeyê Enqereyê aşkera kir.

Naveroka serdana nûnerê taybet ê Rûsyayê ya Sûriyeyê ji bo Enqereyê
5 tebax 2024   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Der bare hevdîtin û serdana nûnerê taybet ê Rûsyayê yê Sûriyeyê Alexander Lavrentiev ji bo Tirkiyeyê gelek daxuyaniyên fermî hatin dayîn, lê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke kurt wiha nivisî: "Rayedarên Rûs û Tirk têkildarî Sûriyeyê li Enqereyê li hev rûniştin."

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku Lavretiev serdana Tirkiyeyê kiriye û bi cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkyeyê Nûuh Yilmaz re civiyaye.

Her wiha wezaretê aşkera kir ku civîn di çarçoveya şêwira têkildarî Sûriyeyê de li dar ketiye û nûnerên saziyên têkildarî kar û barên Sûriyeyê yên her du welatan tev li wê civînê bûne û her du aliyan nêrînên xwe der barê wê de parve kirine.

Rojnameya El Watan a ser bi hikumeta Şamê ve destnîşan kir ku Lavrentiev pêr serdana paytexta Tirkiyeyê kiriye ji bo ku bi Tirkiyeyê û "oposîzyona Sûriyeyê" re dest bi dan û standinan bike.

Rojnameyê aşkera kir ku Lavrentiev li Enqereyê doza "komîteya destûrê" nîqaş kiriye û bi "opozîsyona Sûriyeyê" ya li Tirkiyeyê re civiyaye û di civînê de lidarxistina hevdîtinên "komîteya destûrê" li Iraqê, hatiye gotûbêjkirin.

(şx)