Sîvan Seîd: Pêdiviya bidawîkirina aloziyê bi guhertina desthilatdariyê heye

Lêkoler Sîvan Seîd diyar kir ku tu şerekî rasterast di navbera Tehran û Til Avîvê de rû nade û got: "Ew şer dê di navbera DYA û Îranê de be.". Seîd diyar kir ku pêdiviya bidawîkirina aloziyê bi pêkanîna pergala demokratîk, wekhevî û edaleta civakî heye.

Sîvan Seîd: Pêdiviya bidawîkirina aloziyê bi guhertina desthilatdariyê heye
Sîvan Seîd: Pêdiviya bidawîkirina aloziyê bi guhertina desthilatdariyê heye
8 tebax, 2024   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Li gorî raporan, aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de gurtir û kûrtir dibe. Bi wê re jî îhtîmala şerekî giştî heye.

Lêkolerê zanîngeha Exeter a Brîtanyayê Dr. Sîvan Seîd diyar kir ku geşedanên dawîn nîşan didin ku şer gurtir bûye û gengaziya pêkanîna êrişên rasterast di navbera Îran û Îsraîlê de mezintir bûye.

Seîd diyar kir ku li cem herdu aliyan gelek amûr hene ku dikarin berî şerekî rasterast, wan bi kar bînin û got: "Tiştê ku niha diqewime aloziyeke demdirêj e. Lê belê eger rojekê şer rû da, ew ê ne di navbera Îran û Îsraîlê de, lê ew ê di navbera Îran û Amerîkayê de be. Bê guman dê Rûsya û Çîn jî ne temaşevan bin û wê demê dê şerekî ji yê Ukraynayê gurtir be. Lê belê qewimîna şerekî wiha di vê demê de ne ewqasî hêsan e."

Seîd destnîşan kir ku sedema gurbûna vê aloziyê ew e ku aliyên derve û hundir zextê li Îran û Îsraîlê dikin.

Seîd diyar kir ku Amerîka û welatên rojava dixwazin Îsraîl rewşê bi Îran û wekîlên wê yên Şîa û Sunne yên li herêmê re aram bike. Her wiha da zanîn ku bi bidawîbûna şerê Xezayê re dê hikumeta Netanyahu jî hilweşe.

Girêdayî wê, Seîd diyar kir ku gelê Îranê û aliyên derve zexteke mezin li Îranê dikin. Her wiha der barê krîza Sûriyeyê de jî alozî di navbera Îran û Rûsyayê de hene.

Bi kurtî, Îran û Îsraîl dixwazin aloziyên nerasterast bidomînin, ji ber ku Amerîka û Rûsyayê tu destûr ji bo ketina şerekî rasterast nedaye wan.

Seîd wiha domand: "Şerê rasterast hîn dest pê nekiriye û heta niha şerê nerasterast di navbera Îran û Îsraîlê de didome. Ji bo çareseriyê jî ji bilî guhertina sîstema krîzan tiştekî din ê guncaw tune ye. Ev jî di vê demê de zehmet e were pêkanîn."

Seîd diyar kir ku dê li şûna rêbazeke din ku çareyeke bingehîn pêk bê, krîz û alozî werin pêkanîn û got: "Bo nimûne, wek hin dixwazin Îran hilweşe, bi temam hilnaweşe û Îsraîlê wek hin Ereb û misliman dixwazin bi temamî têk naçe."

Seîd diyar kir ku tiştê teqez li ser erdê bûye zêdebûna hejmara qurbaniyên Xezayê, birçîbûna gelê Îranê û tirsa serwer a li herêmê bi giştî ye.

Der barê çareseriyê de Seîd diyar kir ku çareserî bi rêya dewleteke Îslamî wek Îran û DAIŞ'ê yan jî bi rêya dewleteke Cihû wek Îsraîlê pêk nayê û wiha axivî: "Çareserî bi dewletên ku li ser ol, nijad û mezheban tên avakirin pêk nayên . Lê belê dê bi dewletên demokratîk, pirreng û wekhev ku tê de edaleta civakî bingeh be, tê peydakirin."

Seîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleteke wiha li herêmê û di vê demê de tiştekî negengaz e, lê belê ji bilî wê tu çareserî nayên dîtin. Tiştê ku tê dîtin rêvebirina krîzan ji aliyê hêzên mezin û zêdekirina hejmara qurbaniyan e.

(mh)

ANHA