Ji MSDˊê bang: Sûcên desthilata Şamê şermezar bikin

MSD'ê bang li hemû hêzên siyasî û nîştimanî kir ku sûcên hikumeta Şamê şermezar bikin. Her wiha MSD'ê diyar kir ku ew sûc rê li ber vejandina DAIŞ'ê vedikin û xebatên têkoşîna li dijî terorê asteng dikin.

Ji MSDˊê bang: Sûcên desthilata Şamê şermezar bikin
7 tebax 2024   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê û komên ˊDîfa Wetenîˊ bajar û bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin. Di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 7 welatî di nav de 2 zarok birîndar bûn. Her wiha hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê yên girêdayî QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldanên ketina komên şaneyên hêzên Şamê têk birin.

Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) girêdayî mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Duh (sêşemê) 6'ê Tebaxa 2024'an hêzên desthilata Şamê, hêzên girêdayî wan û girêdayî hêzên derve li dijî bajarok û gundên rojhilatê Dêrazorê êriş pêk anîn. Di encamê de gelek welatiyên sivîl hatin qetilkirin û hinek din birîndar bûn.

MSDˊê van êrişên hovane bi tundî şermezar dike û desthilata Şamê li hemberî van kiryaran berpirs dibîne û wê ji alozbûna rewşê hişyar dike.

Her wiha em rola lehengî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku ev êriş têk birin, aramî û ewlehiya herêmê parastin silav dikin. Her wiha em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re saxiyê dixwazin.

Em bang li hemû aliyên siyasî û nîştimanî dikin ku sûcên desthilata Şamê û hêzên wê yên ku rê li ber çalakbûna çeteyên DAIŞ'ê vedikin û xebatên têkoşîna li dijî terorê asgeng dikin, şermezar bikin.

Dê roja edaletê were û tevahî berpirsên van êrişên hovane ku Sûriyeyî qetil kirin hesab bidin."

(mh)