Li Dêrazorê êriş: 2 şehîd û 7 birîndar
Di êrişa hêzên hikumeta Şamê li dijî rojhilatê Dêrazorê de 2 sivîl şehîd bûn û 7 birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa hêzên hikumeta Şamê li dijî rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de QSD`ê ev agahî parve kir: "Hemwextî topbarankirinê, komên hêzên rejîmê û Dîfa Watanî duh êvarê êriş beravên çemê Firatê yên rojhilatê Dêrazorê kirin. Di encamê de şerên dijwar di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Leşkerî ya Hecînê û komên êrişker de li dora gundê Zîban, El Latwa û Ebû Hemam derketin."
Navendê aşkera kir ku di topbaranê de li gundê Zîban û El Latwa 2 sivîl şehîd bûn û 5 din jî birîndar bûn. Her wiha li bajarê Şihîl jî 2 sivîl birîndar bûn.
Li gorî navendê QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan daye û xebatên lêgerînê li herêmê berdewam in.
(şx)