Li Efrînê 4 kes hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 4 kes revandin.

Li Efrînê 4 kes hatin revandin
4 tebax 2024   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku artêşa Tirk a  dagirker û çeteyên wê yên koma Sutlan Murad 1’ê Tebaxê 4 kes li  bajarê Cindirêsê ya Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyan, ji kesên hatine revandin; welatiyên bi navê Hesen Elî Elî (47) û Mihemed Elî Elî (33)  û 2 kesên din ji Hemayê ne.

Heman çavkaniyan ragihandin ku her çar revandî li gel serçete Ebû Mehmûd El Esmer li girîgeha bajarokê Bilbilê hatine ragirtin. Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan li beramberî serbestberdana revandiyan fidiye ji malbatên wan dixwazin.

(bb)

ANHA