Navên şehîdên êrişa hêzên hikumeta Şamê aşkera bûn
Di êrişa hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Dîfa Watanî" ya li dijî rojhilatê Dêrazorê de 2 sivîl şehîd bûbûn. Ajansa me navên her du şehîdan bi dest xistin.
Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Dîfa Watanî" êrişî rojhilatê kantona Dêrazorê kir û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî hatine bidestxistin, di êrişê de şêniyê bi navê Îmad Celal El Hetab li taxa El Latwa ya Zîban û ciwanê bi navê Yusif Îd li bajarokê Xiranîc şehîd bûne.
QSD`ê vê sibê têkildarî êrişê daxuyanî dabû û ragihandibû ku di êrişê de 2 sivîl şehîd bûne û 7 jî birîndar bûne.
(şx)
ANHA