Rewşenbîrên Kurd helwesta hevpar nîqaş dikin-1

Rewşenbîr Elî Kerîmî bal kişand ku metirsiya herî mezin a vê pêvajoyê ew e ku destkeftiyên li Başûr û Rojava têk biçin û got: “Ger ku em hevgirtî bin û bikarin hêzekê li dijî Barzanî, xiyanetkar û dagirkeran ava bikin em ê planen wan têk bibin.”

Rewşenbîrên Kurd helwesta hevpar nîqaş dikin-1
6 tebax 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN
 CÎHAN BÎLGÎN

Di vê pêvajoya ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser tevahiya destkeftiyên Kurdistanê zêde bûne û PDK jî êdî bi eşekereyî hevkariya wê dike de, li gel berxwedana mezin a gerîla û gelan, rewşenbîrên Kurd jî helwesta hevpar nîqaş dikin. 

Rewşenbîrên ji Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li hemberî êrîşan û hevkariyê girîngiya helwesta hevpar ji ANHA’yê re vegotin.

ELÎ KERÎMÎ: PDK BÛYE BELAYA SERÊ KURDAN

Rewşenbîrê ji Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî, bibîr xist ku dagirkerên Kurdistanê ji çar aliyan ve êrişan dikin û got: “Armanca wan ew e ku aramiyê têk bibin û nehêlin Kurd li Rojhilata Navîn serbixwe bin. Mînak li Başûrê Kurdistanê ji buhara sala borî heta niha diyar dibe ku dewleta Tirk bi çi rengî êriş kiriye û ji dagirkeriyê têr nabe.”

Kerîmî bal kişand eger partî û alîgir alîkariya dewleta Tirk nekin, ew ê nikaribe van êrişên dagirkeriyê pêk bînin, siyasete bimeşînin û wiha pê de çû: “Lê mixabin hinek Kurd bi dagîrkeran re ne. Bi taybetî PDK û Barzanî ji wan in ku ti cudabûna wan ji Tirkan nemaye. Li gorî ajandeya Tirkiyeyê dixebitin, serweriya Tirkiyeyê ya li ser Başûr ji wan re ne xem e. Ji xwe çi karekî xerab heye dikin. Ji ber wê PDK bûye pirsgirêk û li ser me Kurdan bûye belayeke mezin.”

‘ARMANCA WÊ TENÊ KOMKIRINA PEREYAN E’

Bi gotinên wekî, “Berjewendiyên teng yên malbatî li ser berjewendiyên niştîmanî dipejirînin” Elî Kerîmî bal kişand ser sekna PDK’ê û nirxandina xwe wiha domand:

“Berjewendiya PDK`ê madî û teng e, xêrûbêra Kurdistanê ji bo xwe bikar tîne. Ji bo van berjewendiyan gelê Kurdistanê dikin qurbanî. Armanca PDK`ê tenê komkirina serwet û pereyan e. Amadeye ku bi Tirkiyeyê re şerê Kurdan bike. Berjewendiyên teng yên malbatî li ser berjewendiyên niştîmanî digire. Teqez bêyî Barzanî Tirkiye nikare bihostekê jî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ev heqîqeteke ku divê her Kurdek niştîmanperwer bizane. Divê gumanên me nemînin ku Barzanî ji bo Kurdbûnê naxebite.”

‘EM NEBIN YEK DÊ ROJAVA Û BAŞÛR TÊK BIÇIN’

Elî Kerîmî, destnîşan kir ku li ser destkeftiyên Kurdistanê metirsî hene û ev hişyarî kir: “Metirsiya herî mezin a vê pevajoyê ew e ku ezmûna li Başûr û Rojava têk biçe. Ger ku em hevgirtî bin û bikarin hêzekê li dijî Barzanî, xiyanetkar û dagirkeran ava bikin em ê projeyên dagirkeran têk bibin.”

‘DIVÊ REWŞENBÎR ROLA XWE YA RONAKBIRIYÊ BILÎZÎN XWE NEFIROŞIN’

Kerîmî, bal kişand ser rola rewşenbîran a di parastina destkeftî û bi destxistina mafên gelê Kurd ên rewa

û wiha dom kir: “Divê rewşenbîr ji bo çend kuruşan welatê xwe nefiroşin. Rola rewşenbîran pêşengtî ye. Mixabin rewşenbîran hîn ev erka xwe bi cîh neanîne. Divê rewşenbîr rola xwe ya ronakbîriyê bilîzin. Lê mixabin piraniya wan ji desthilatdaran qezenc dikin, ev gunehek mezin e ku ji bo berjewendiyên xwe, bi mûçeyekê doza welatê xwe jibîr dikin. Piraniya wan xwe dixin bin baskê desthilata gendel de, li hemberî vê pêvajoyê serê xwe ditewînin û bêdeng dimînin. Bi bedil û kravatekê doza xwe difiroşin û bêdengiyê hildibijêrin. Divê viya nekin.”

‘DIVÊ DEMILDEST KONGREYA NETEWIYA BÊ LIDARXISTIN’

Elî Kerîmî li dijî xeterî û metirsiyên li ser Kurdistanê îşaret bi lezbûna pêkanîna lidarxistina Kongreya Netewî kir û got: “Divê gelê Kurd ne tenê li Başûr li hemû parçeyan û derveyî welat siyaseta PDK’ê teşhîr bikin. Dijî vê xiyanetê têbikoşin. Mixabin çalakiyên me têrî nakin, divê hîn zêdetir çalak bin, li qadan û kolanan bin. Divê em ji bo lidarxistina kongerek neteweyî kar bikin û li dar bixin da ku careke din rê nedin xiyanetkaran. Di van 70 salên qonaxên girîng de Barzaniyan her xiyanet kiriye, ti hêza Kurdî nema ye ku Barzanî şerê wan nekiriye.”

(a)

ANHA