ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2024
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2024](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b3c4ee3e8cf.jpg)
Denîz Firat rojnamevan û têkoşera ku bi salan li ber êrişên dagirkerî, înkarkirin û qirkirinê ked da û tê koşiya, di salvegera şehadeta xwe ya 10`emîn de jî her bi taybetmendiyên xwe yên bihêz û wêrek di bîr de ye.
Lidarxistina şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan berdewam in. Endamên komîn û meclisan ên ku tev li van şêwiran dibin, destnîşan kir ku bi rêya pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwe nas kiriye.
“Ger rewşenbîr planên dagirkeran nas nekin û bikevin nav berjewendiyên xwe, ew rewşenbîrên sexte ne.” Bi van gotinan dîroknas Biradost Mîtanî diyar kir ku divê hemû rewşenbîrên Kurdistanê li dijî dagirkerî û planên dagirkeran gelê xwe hişyar bikin û di xebatên civakî de cih bigirin.
Rûspiyê civaka êzidî diyar kir ku biryara girtina 3 partiyên siyasî ji aliyê dadgeriya Iraqê ve nayê qebûlkirin û dikeve berjewendiyên dewletên dagirker e, di serî de dewleta Tirk a dagirker.
Lêkoler Sîvan Seîd diyar kir ku tu şerekî rasterast di navbera Tehran û Til Avîvê de rû nade û got: "Ew şer dê di navbera DYA û Îranê de be.". Seîd diyar kir ku pêdiviya bidawîkirina aloziyê bi pêkanîna pergala demokratîk, wekhevî û edaleta civakî heye.
Desteya Enerjiyê di çarçoveya başkirina bikaranîna kehrebeyê de 12 hezar saetên kehrebeyê bi cih kirin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li hola Mala Yewnanî Konferansa Sosyolojiya Azadî li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Serdem a Hesekê kongreya xwe li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şaredariya Gel a Til Temirê yê kantona Cizîrê ji xelkê û komînan re ji bo nîqaşkirina projeyên 2025ˊan li hola Xeyme (Kon) civîneke berfireh li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Xelkê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê YBŞˊê şehîd Elî Xidir Tahir li goristana şehîdan oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê li Parka 4ˊê Nîsanê ya bajarokê Ehdasê xeleka xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe, sawet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Bi diruşma ˊJi Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊÎnsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya TEV-DEMˊê şaxê Helebê li hola 8ˊê Adarê panelekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)