‘Em bi rêya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan li rastiya xwe vedigerin`

Lidarxistina şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan berdewam in. Endamên komîn û meclisan ên ku tev li van şêwiran dibin, destnîşan kir ku bi rêya pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwe nas kiriye.

‘Em bi rêya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan li rastiya xwe vedigerin`
‘Em bi rêya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan li rastiya xwe vedigerin`
‘Em bi rêya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan li rastiya xwe vedigerin`
‘Em bi rêya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan li rastiya xwe vedigerin`
‘Em bi rêya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan li rastiya xwe vedigerin`
‘Em bi rêya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan li rastiya xwe vedigerin`
8 tebax 2024   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Endamên komîn û meclisên taxa Şêxmeqsûd a Helebê beşa duyemîn a parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya şêwiran dixwînin. 

Rêber Abdullah Ocalan di vê parêznameyê de, pêvajoyên guhertina mirov di civaka xwezayî de, avabûna çînan, pêşketina nasyonalîzm, zayendperestî û pîşesazîtiyê bi derketina kapîtalîzmê re, şîrove dike. Rola doza Kurd di dîrokê de, çawa heta niha mane, rastiya li ser wan hatiye ferzkirin û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dinirxîne.

Nêzî mehek û nîv e endamên komîn û meclisên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, dest bi xwendina parêznameyan kiriye. Ev şêwirên xwendinê li Meclisa Şehîd Gulê Selmo yan li Komîngeha Şehîd Bakur a li taxa Şêxmeqsûdê li dar dikevin.

Şêwirên xwendinê hefteyê du rojan (çarşem û pêncşem) li dar dikevin. 30 endam tev lê bûne. Heta niha xwendina beşa pêncan a "Menîfestoya Şaristiya Demokratîk-Sosyolojiya Azadiyê" ya Rêber Abdullah Ocalan qediyaye.

Sedîqa Îbo tev li van şêwiran bûye û dibêje: "Niha em beşa duyemîn a parêzanmeya parastina gel dixwînin. Di vê beşê de, behsa fikrên cuda yên têkildarî civaka demokratîk û ekolojî, xilasiya gelan ji tecliheviyê û gelek fikrên din tê kirin."

Sedîqayê wiha domand: "Min fêm kir, çawa mafên kesan di civaka xwezayî de hatibûn parastin. Di wê demê de, edalet, wekhevî û demokrasî werwer bû. Lê bi hatina kapîtalîzmê re, çîn derketin, civak ser û binî hev du bû. Rola pêşeng a jinan hate paşguhkirin."

‘ANALÎZKIRINA DÎROKÊ DIHÊLE MIROV XWE NAS BIKE’

Sedîqa got: "Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyê de şîrove dike, çiqas jin hatiye înakirin, tecrîdkirin, ji rastiya wê hatiye dûrxistin dike. Jin xwedawend bû lê pergala kapîtalîst jin kiriye alav û mafên wê binpê kiriye."

Sedîqayê got pirtûkê guhertin di kesayeta wê de çêkiriye û wiha domand: "Hîna di destpêka parêznameyê de me, lê guhertineke mezin di kesayeta min de çêbû. Nêrîna min a ji gelek têgehan re hate guhertin. Li rola dîrokî ya jinan di tevahî qadan de, vegerîm. Parêzname mirov vedigerîne raberdû û rastiya wê/î, bi rêya xwe mirov xwe û hebûna xwe nas dike."

‘PERWERDE KESAYETÊ BI PÊŞ DIXE’

Newal Mihemed jî sedema hilbijartina parêznameya parastina gel wiha şîrove kir: "Li ser daxwazên endaman, me ev parêzname hilbijart. Em dixwazin lêhûrbûna me ji bo naskirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan firehtir bibe, xwe bi rêxistin bikin û fikrên xwe dewlemendtir bikin.

Newal wiha pê de çû: "Di şêwirên xwendinê de nîqaşên berfireh çê dibin. Jin nêrîn û analîzên xwe der barê pirtûkan de parve dikin. Gelek ji wan biryar daye ku xwe pêş bixin."

`DIVÊ EM LAYÎQÎ RÊBER OCALAN BIN`

Newal gotineke Rêber Abdullah Ocalan ku di pirtûka bi sernavê "Çawa em dijîn" bi bîr xist ku dibêje: "Di pratîkê de baweriya bi jinan ji ya bi mêran baştir e, ji ber ku di dîroka me de, her tim mêr xwe daye alî. Fedakariyên jinan ji yên mêran pirtir in". Newal diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûk û parêznameyên xwe de her tim piştgiriya jinan dike.

Newalê di dawiyê de got: "Rêber Abdullah Ocalan hertim rola jinan, pêwîstiya vegerandina mafên jinan çi bi zorê yan jî bi rêbazeke din bi bîr xistiye. Baweriya wî bi hêza jinan mezin e. Ji ber wê divê em layîqî wî bin."

(şx)

ANHA