Gerîlaya YJA Starê Çîçek Şiya Amed şehîd bû

HPG'ê nasnameya gerîlayeke li Metînayê şehîd bûye aşkera kir û got, "Hevrêya me Çîçek bi rêbaza xwe ya çalakiyê, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û milîtaniya xwe ya Apoyî mîrateyeke têkoşînê ji me re hişt ku nayê jibîrkirin."

Gerîlaya YJA Starê Çîçek Şiya Amed şehîd bû
4 tebax 2024   10:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîla Çîçek Şiya Amed 28'ê Hezîrana 2024'an li herêma Metînayê şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrêya me Çîçek ji bo azadiya gelê me, welatê me û Rêberê me li hemberî her cûre bêderfetî û zehmetiyan têkoşiya û pratîkeke mînak nîşan da. Bi wêrekiya xwe ya bilind û hevrêtiya xwe ya ji dil, bû hevrêyeke rasteqîn ku rê nîşan da."

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana destanî ya gerîlayên Apoyî ji xwe re maf dibîne ku her cûre sûcê li dijî mirovahiyê bike, li pêşberî îradeya ji pola ya milîtanên fedaî yên Apoyî nekarî bigihêje armanca xwe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi saya taktîkên xwe yên demê ku bi fedakariyeke mezin û afirîneriyê bi cih tînin, derbên giran li dagirkeran xistin û kirin ku dagirker gelek kuştiyan bidin. Bêguman ev derbên giran ên li dagirkeran hate xistin û ev berxwedana dîrokî bi saya wêrekiya mezin, hewldan û keda bêhempa ya şehîdên me yên leheng pêk hat.

Hevrêya me Çîçek ku bi beşdariya li nava refên azadiyê ji bo jiyana azad a gelê me têkşoiya, bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bêteredût, di afirandina serketineke bi vî rengî ya dîrokî de bû xwedî ked. Hevrêya me Çîçek bi sekna jin a azad a di nava jiyanê de û bi wêrekiya xwe ya di şer de weke milîtaneke YJA Starê ya mînak derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû. Hevrêya me Çîçek ku bi tevlîbûna xwe ya bêfikar û têkoşîna xwe ya di asta herî bilind de ji hevrêyên xwe re bû mînak, li herêma Metînayê tevlî gelek karî bû. Bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta PKK û PAJK'ê, li hemberî êrişên dijmin tawîz neda, bi baweriyeke mezin û moraleke bilind wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Di her kêliyê de bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re têkoşîn mezin kir.

Di serî de malbata hêja ya ku milîtaneke hêja ya mîna hevrê Çîçek tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd Çîçek Şiya Amed bi vî rengî ne:

Nasnav: Çîçek Şiya Amed

Nav paşnav: Jiyan Opçîn

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Hayriye-Mûrat

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2024 / Metîna

Hevrêya me Çîçek li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû ku di dilê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û bi hezaran ewladên xwe tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kiriye. Ji ber ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, bi dilsoziya bi cewherê xwe re mezin bû ku vê yekê karakterê wê diyar kir. Ji ber ku ji derdora wê ya nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, bala wê zû çû ser tevgera me û xwe nêz kir. Di dema xwendina dibistanê de ji ber nakokiyên pê re peyda bûn û zilma ku li gelê me dihate kirin, hêrsa wê ya li dijî dijmin mezin bû. Li hemberî nêzîkatiya ku sîstemê jin dikir meta û bêîrade dihişt, hevrêya me ev rewş hîn di temenekî biçûk de lêpirsîn kir. Her ku dît ku civaka heyî bi sîstema bi serweriya mêr tê birêvebirin, nakokiyên wê hîn giran bûn. Hevrêya me ku carna firsend dît gerîal bibîne, xwest ji gerîla tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Bi gerîlayên lê rast dihat re sohbet dikir û hewl dida tevgera me nas bike. Bi taybetî hêzeke mezin ji gerîlayên jin werdigirt. Her tevgereke gerîla ji xwe re kir mînak û ji xwe re kir armanc ku rojekê bibe gerîla. Dema ku li dibistanên sîstemê dixwend, bi taybetî di dema lîseyê de ji bo bersivê ji lêgerînên xwe re peyda bike, kete nava pêvajoyeke xurt a lêpirsînê. Hevrêya me pê zanîbû ku tevgera me girîngieyke mezin dide ciwanan û beşdarî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Hevrêya me pê hesiya ku ciwan potansiyela şoreşgerî ya civakan e û heta jê hat tevlî kar bû. Bi bandora hevrêyên ku ji vî karî tevlî nava refên azadiyê bûn, hewl da ku karê xwe hîn bi dîsîplîn û veşartî bi cih bîne. Lîstikên dijmin ên ji bo dejenerekirina ciwanên Kurdistanê fêhm kir û ji gelek ciwanan re bû alîkar ku tevgera me nas bike. Hevrêya me bi hêza ji berxwedana dîrokî ya sala 2014'an a li Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku bi piştgiriya dewleta Tirk êriş birin ser Kobanê, hevrêya me daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê hîn mezin kir. Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de li hemberî zilma ku dewleta Tirk a faşîst li gelê me dikir, hevrêya me Çîçek kete nava hewldanan ku bersiveke mezin bide û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me Çîçek di sala 2015'an de li Bakurê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bû, bi vê tevlîbûna xwe re bersiva herî bi wate da dijmin û bi vî rengî gava destpêkê ber bi têkoşînê ve avêt. Demekê li Bakur ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, beşdarî anva perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêya me bi ahengiya li nava jiyana gerîal û çiyê bi xurtî tevlî perwerdeyê bû. Hevrêya me Çîçek bi dersên wergirtî kete nava lêpirsîneke xurt, bi taybetî di dersa dîroka jinê û jineolojiyê de weke jineke şoreşger berpirsyariya xwe ya mezin têgihişt. Bi jineolojiyê re di têgihiştinê, fêhmkirina dîroka jinê, xurtkirina kesayetiya xwe ya li gorî rastiya xwe, gelekî pêşketinên girîng afirand. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş a li nava dersên leşekrî di demeke kurt de encamên gelekî baş bi dest xist. Li hemberî êrişên tasfiyekirinê yên li hemberî gelê me û tevgera me dihatin kirin, xwest ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe şareza bike û di perwedeyan de gelekî bi pêş ket. Ji ber vê jî perwerdeyên xwe bi serketî qedand û tevlî karên pratîkî bû. Di demeke kurt de di karên pratîkî de tecrûbe bi dest xist û bi tevlîbûna xwe ya bi moral û fedakariya xwe ya li nava jiyanê di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Perspektîfên Rêberê me yên li ser nasnameya jinê ya azad xwend, di nava jiyanê de nîqaş kir û ji xwe re kir armanca sereke ku bibe gerîlayeke YJA Starê ya serketî. Li hemberî ferasetên serweriya mêr her tim hesas bû, hem ji aliyê îdeolojîk, hem jî ji aliyê rêxistinî ve têkoşîneke xurt meşand û her roj hîn bêhtir şareza bû. Li hemberî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tasfiyekirina tevgera me, weke gerîlayeke pispor xwest tevlî berxwedanê bibe. Li ser vê bingehê pêşniyar kir ku beşdarî perwerdeya pisporbûyîna leşkerî bibe. Piştî pratîkeke berfireh hevrêya me tevlî nava perwerdeya pisporbûyînê bû, di perwerdeyê de ji bo derba mezin li dagirkeran bixe ku êrişî hebûna gelê me û tevgera me dike, kete nava hewldanên xurt. Hevrêya me Çîçek di pisporiya leşkerî de şareza bû, ji aliyê îdeolojîk ve jî gihîşt astekê. Bi ruhê demê xwe pêşniyar kir ku tevlî qadên şer bibe û weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor bi berpirsyarî rabû. Hevrêya me Çîçek ji bo azadiya gelê me, welatê me û Rêberê me li hemberî her cûre bêderfetî û zehmetiyan têkoşiya û pratîkeke mînak nîşan da. Bi wêrekiya xwe ya bilind û hevrêtiya xwe ya ji dil, bû hevrêyeke rasteqîn ku rê nîşan da.

Hevrêya me Çîçek 28'ê Hezîrana 2024'an li herêma Metînayê di êrişa dijmin de şehîd bû. Bi rêbaza xwe ya çalakiyê, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û milîtaniya xwe ya Apoyî mîrateyeke têkoşînê ji me re hişt ku nayê jibîrkirin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku hevrêya me Çîçek ji me re hiştiye bi serketinê tacîdar bikin."