Dadgeriya Iraqê biryara girtina 3 partiyên Kurdan da

Encûmena Bilind a Dadgeriya Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê werin girtin.

 Dadgeriya Iraqê biryara girtina 3 partiyên Kurdan da
6 tebax 2024   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Dadgerî ya Hilbijartinan a Encûmena Bilind a Dadgeriya Iraqê, biryara girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê daxuyand.

Li gorî daxuyaniyê, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê hatine girtin.

Li gorî biryarê dê buroyên her sê partiyan werin girtin, dest deynin ser mal û milkên darayî yên partiyan.

Encûmena Dadgeriyê ragihand ku li gorî madeya 32 ya partiyên siyasî ya sala 2015’an, biryar hatiye dayîn.