Nimûneya kesayeta berxwedêr; Denîz Firat

Denîz Firat rojnamevan û têkoşera ku bi salan li ber êrişên dagirkerî, înkarkirin û qirkirinê ked da û tê koşiya, di salvegera şehadeta xwe ya 10`emîn de jî her bi taybetmendiyên xwe yên bihêz û wêrek di bîr de ye.

Nimûneya kesayeta berxwedêr; Denîz Firat
8 tebax 2024   02:25
SÎMA BIROKÊ
QAMIŞLO

Rojnamavan Nalîn Dîcle di salvegera şehadeta Denîz Firat de ew bi bîr anî û qala têkoşîn û kesayeta wê kir.

Nalîn Dîcle wiha axivî: “Denîz Firat xwedî taybetmendiyên çiya bû, li hemberî zehmetiyên jiyanê xurt bû, ezmûnên ku derbas kiribûn ji xwe re kiribûn hêz.”

Çeteyên DAIŞ`ê di 8`ê Tebaxa 2014`an berê xwe da Mûsil û Mexmûrê û êriş pêk anîn. Yek ji kesayetên ku xwest azara gel û berxwedana gerîlayên azadiyê li hemberî êrişê ji raya giştî re ragihîne û bi erka xwe ya rojnamevaniyê rabû, di oxira wê şopê de gihaşt asta şehadetê, rojnamevan û têkoşer Denîz Firat bû.

BI SALAN KOÇBERÎ Û WELATPARÊZÎ

Denîz Firat (Leyla Yildiztan) sala 1984`an li gundê Xecxatûnê yê navçeya Çardêran a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Malbata wê salên 1980`yî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi rêya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) nas kiriye.

Dema Denîz Firat biçûk bû, dayika wê wefat kir, tevî 2 xwişkên xwe yên mezin Ayfer (Binefş) û Sakîne (Sarya) û bavê xwe man û bavê wê careke din zewicî.

Ji ber xebatên di nava Tevgera Azadiyê de lêgerîna hêzên dewleta Tirk a faşîst têkildarî malbata Denîz Firat de zêde dibin, lewra ji neçarî li kêleka Denîz û her du xwişkên wê, xwişkên wan yên biçûk Binefş Sarya û Bêrîtan tevî dayika xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin, birayekî wan di girtîgeha dewleta Tirk de bû û 2 birayên wan ên din jî li gund dimînin.

Malbata Denîz Firat li Rojhilat ji hêla rêjîma Îranê ve rastî zilm û êrişan tên, tevahî tên girtin. Piştî serbestberdanê careke din li ser wan zext tê kirin û paşê diçin herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê. Gulana 1990`î xwişka Denîz Firatê Ayfer (Binefş) tev li nava refên gerîlayên azadiyê dibe.

ŞAHIDIYA ÊRIŞÊN PDK`Ê

Sala 1992`yan dema dewleta Tirk a dagirker bi PDK`ê re êrişî gerîlayên azadiyê kir, Denîz û malbata xwe şahidiya wan êrişan kir.

Ji ber naskirina Denîz û xwişka wê Sarya ji kesayeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) re û dema ew bi destê hêzên PDK`ê şehîd dibe, heman salê Denîz û Sarya biryara tevlêbûna nava refên gerîla didin.

ŞEHADET Û BERDEWAMKIRINA ŞOPA WÊ

Cotmeha 1997`an xwişka wê Binefş li çiyayê Kurêjaro yê herêma Zapê di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê de şehîd dibe, şehîd Binefş di dîroka tevgera jinan a li Kurdistanê de mînakek e ku di şer de li ser doçkayê bû û balafireke F-16 xistiye. 8`ê Tebaxa 1999`an li herêma Metîna jî xwişka wê Sarya şehîd dibe. Di Sala 1999`an de xwişka Denîz Firat a bi navê Binefş Sarya tev li Tevgera Azadiyê dibe.

PÊVAJOYA RAGIHANDINÊ

Rojnamevan û têkoşer Denîz Firat 2007`an dest bi xebatên ragihandinê dike, di dezgehên ANF, Roj News û Stêrk TV’yê de dixebite. Li aliyekî dîtir rojnivîs û gotaran dinivîsîne û lêkolînan dike.

2013`an Denîz Firat diçe Wargeha Penaberan a Mexmûrê (cihê ku malbata wê lê ye), li wir pêşengiya xebatên rojnameya Dengê Welat dike û rojnamevanên nû fêr dike.

`LI CEM WÊ ZANEBÛNA DIJMIN HEBÛ`

Îro salvegera 10`emîn a şehadeta Denîz Firat e. Hevala Denîz Firat ku bi salan pê re maye rojnamevan Nalîn Dicle, ji me re diyar kir ku şopa ezmûnên ku Denîzê derbas kirin, şopa xwe li ser jiyana wê hiştiye. Li cem Denîz zanebûna dijmin hebû, xwedî zanebûneke pir mezin bû. Ji ber salên dirêj ên gerîlatiyê Denîz Firat hinek taybetmendiyên çiya girtibûn, li hemberî zehmetiyên jiyanê xurt bû û milê wê yê çiyayî li pêş bû. Ezmûnên ku derbas kiribûn, ji xwe re kiribûn hêz.

DENÎZ FIRAT DI GELEK ALIYAN DE DIBE MÎNAK

Nalîn Dîcle destnîşan kir ku Denîz Firat aliyê wê yê rewşenbîrî li pêş bû û nemaze têkildarî dîroka jinan û ya Kurdistanê û wiha got: “Tişta ku jin dikarin ji kesayeta Denîz Firat bigirin ew in ku zanibin çawa pêvajoyan pêşwazî bikim, şert çi dibe bila bibe em karibin kesayeta xwe ava bikin, bi taybet li Kurdistanê. Denîz Firat di milê pêkanîna van xalan de mînakek e.”

Denîz Firat dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Mexmûrê kir, ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê û xelkê wargehê ji cîhanê re ragihîne, di encama gulebarana çeteyan de şehîd dibe.

Beriya şehadeta Denîz Firat, rojnamevan Nalîn Dicle jî korîdora di navbera Rojava û Şengalê de dişopîne, her du di nava têkiliyê de bûne. Nalîn Dîcle wiha anî ziman: “Li hemberî dewleta Tirk a dagirker, îxaneta PDK`ê û çeteyên DAIŞ`ê Denîz salên dirêj tê koşiya. Şehadeta wê ji bo ragihandinê bû sembolek ku ji mirov re çawabûna rojnamevanan nîşan dide.”

ANHA