Hikumeta Şamê li xwe mikur hat ku êriş rojhilatê Dêrazorê kiriye

Hikumeta Şamê ragihand ku destê wê di êrişên li dijî rojhilatê bajarê Dêrazorê heye.

Hikumeta Şamê li xwe mikur hat ku êriş rojhilatê Dêrazorê kiriye
7 tebax 2024   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me belgeyeke fermî ya hikumeta Şamê bi destxist. Di wê belgeyê de hikumeta Şamê ragihand ku destê wê di êrişên li dijî rojhilatê bajarê Dêrazorê de heye.

Hêzên hikumeta Şamê û komên Dîfa Watanî hemwextî topbarankirina herêmê, duh êvarê û vê sibê êrişê rojhilatê Dêrazorê kiri bû. Di encamê de di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Leşkerî ya Hecînê û komên êrişker de li gundewarê Zîban û El Latwa û Ebû Hemam şer derketibû.

Di wan êrişan de 2 sivîl şehîd bûbûn û 7 jî birîndar bûbûn.

Ev belge ya sekreteriya giştî ya odeya operasyonan a Dîfa Watanî ya girêdayê hikûmera şamê ye.

(şx)

ANHA