Hêzên hikumeta Şamê êrişê rojhilatê Dêrazorê kirin
Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva êrişên hêzên hikumeta Şamê ya li dijî kantona Dêrazorê dan.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û Dîfa Watanê êriş navendên wê yên li rojhilatê Dêrazorê kirine.
QSD`ê aşkera kir ku hêzên hikumeta Şamê û Dîfa Watanî hemwextî topbarankirina navendên hêzê hewl dane derbasî herêmê bibin. Lê QSD`ê da zanîn ku wan ev hewldan û êriş têk biriye û xebatên lêgerînê li rojhilatê Dêrazorê berdewam in.
(şx)