Rûspiyekî êzidî: Girtina partiyên siyasî berdewama qirkirina êzidiyan e
Rûspiyê civaka êzidî diyar kir ku biryara girtina 3 partiyên siyasî ji aliyê dadgeriya Iraqê ve nayê qebûlkirin û dikeve berjewendiyên dewletên dagirker e, di serî de dewleta Tirk a dagirker.
![Rûspiyekî êzidî: Girtina partiyên siyasî berdewama qirkirina êzidiyan e](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b3bd1fdaefc.jpg)
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryara girtinê 3 partiyên siyasî li Iraq û Başûrê Kurdistanê da. Ew partî wiha ne: PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê.
Rûspiyê êzidî Faris Şemo yê ji bajarê Tirbespiyê diyar kir ku ew biryar ne di cih de ye û bang li hikumeta Iraqê kir ku wê betal bike û got: "Yek ji şertên lihevkirina di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumetên Bexda û Hewlêrê de têkbirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye."
Şemo got dewleta Iraqê dewleteke federal e, tê de gelek pêkhate û ol hene, dive hikumeta Iraqê li gorî destûra xwe tev bigere û derfetê li pêş xebata siyasî ya tevahî pêkhate û olan veke û bi Erdogan re nekeve lîstoka siyasî. Şemo wiha pê de çû: "Şengal beşek ji Kurdistanê û Iraqa federal e."
Şemo destnîşan kir ku biryara Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê hemwextî salvegera fermana Şengalê hat dayîn. Heta niha jî civaka êzidî ji ber rewşên dijwar ên jiyanê gelek zehmetiyan dikişînin û axivî: "Li şûna ku hikumeta Iraqê destekê bide şêniyên Şengalê, ew wan dorpêç dike. Ev rêveberî civaka Êzidî temsîl dike."
Şemo anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo dewleta Iraqê jî hêzek e û ew jiyana demokratîk li Iraqê temsîl dike. Her wiha hêzên leşkerî yên Şengalê dewleta Iraqê jî diparêzin û li hember tu êrişên li dijî Iraqê bê deng namînin.
Şemo bang li hikumeta Iraqê kir ku biryarê betal bike, ji ber ku ew berdewama siyasetên qirkirina civaka êzidî û parçekirina herêmê ye.
(mh)