Dengbêj Mihemed Dûman û Hafizê Kor li Kobanê hatin bibîranîn
Dengbêj Mihemed Dûman û Hafizê Kor di salvegera 4ˊan a wefata wan de li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hatin bibîranîn.
Mihemed Dûman di sala 1929`an ji dayik bûye, di 7`ê Tebaxa 2020`an de li Kobanê koça xwe ya dawî kiriye.
Her wiha Hafizê Kor di sala 1940`î de ji dayik bûye, di 7`ê Tebaxa 2020`an de koça xwe ya dawî kiriye.
Di şevbuhêrkê de, berdevkê Folklorê ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê Kamil Hesen axivî û got: "Erka me ye ku em dengbêjiya xwe biparêzin. Ji ber ku dengbêjiya me nehişt zimanê me yê kurdî winda be. Ji ber vê yekê em ê her tim şopa dengbêjan bin. Dengbêjî nasnameya gelan e."
Pitşre sînevîzyon li ser jiyana dengbêjên nemir Mihemed Dûman û Hafizê Kor hat pêşandan.
Şevbuhêrk bi stranan bi dawî bû.
(sş)
ANHA