Serdana wezîrên hikumeta veguhêz bo Moskovê û plana avakirina Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku serdana ji nişka ve ya wezîrên hikumeta veguhêz bo Moskovê di çarçoveya rêvebirina hevsengiyên siyasî û ewlehî de pêk hat. Rojnameyan der barê plana ji nû ve avakirina Xezayê de destnîşan kir ku plan di navbera du vebijêrkan û şertan de maye.

Serdana wezîrên hikumeta veguhêz bo Moskovê û plana avakirina Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
25 kanûn, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana ji nişka ve ya berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo Moskovê û dosyaya ji nû ve avakirina Xezayê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

SERDANEKE JI NIŞKA VE YA SÛRIYEYÊ BO MOSKOVÊ: RÊVEBIRINA HEVSENGIYÊ DI KÊLIYEKE ALOZ A HERÊMÎ DE’

Rojnameya El Nehar diyar kir ku wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şeybanî û wezîrê parastinê ya hikumeta veguhêz Muhref Ebû Qesra gihaştin Moskovê. Rojnameyê diyar kir ku her du rayedarên hikumetê di serdanê de ku nehat ragihandin, bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtin kir, piştre bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê re civiyan.

Li gorî rojnameyê, her du aliyan li ser dosyayên siyasî, leşkerî û aborî nîqaş kirin, lê der barê hurgiliyan de daxuyanî nehatin dayîn. Hate gotin Moskovê eleqeya xwe bi îstiqrar û yekparebûna Sûriyeyê anî ziman. Di heman demê de rayedarên hikumeta veguhêz behs kir ku têkiliêyn dualî derbasî merheleyeke nû ya li ser esasê rêzdariya li hemberî hev bûne.

Rojnameyê der barê dema vê serdanê de jî nirxandin kir û destnîşan kir ku serdan hemwextî eleqeya Tirkiyeyê ya bi dosyaya rojhilatê Firatê, destwerdana Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê, dosyayên ewlehiyê yên asêmayî yên girêdayî sînor pêk hatiye. Hate gotin: “Ev serdan ji mijareke protokolî wêdetir di çarçoveya rêvebirina hevsengiyên gelekî kompleks de pêk hat.”

‘LIHEVHATINA MISIR-AMERÎKAYÊ LI SER JI NÛ VE AVAKIRINA XEZAYÊ: NEZELALÎ Û TUNEBÛNA HURGILIYAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî jî diyar kir ku lihevkirina Misir- Amerîkayê li ser destpêkirina plana ji nû ve avakirina Xezayê hîna ne zelal e û hurgilî jî nîn in û wiha nivîsand: "Her yek seriyekî dikişîne; Misir dixwaze bêyî koçberkirinê ji nû ve avakirineke giştî pêk were, lê diyar e seriyê ku Amerîka dikişîne hemahengî pêşniyara Îsraîlê ye; avakirina qismî bi şertê bêçekkirina Hemasê ve girê dide.”

Rojnameyê da zanîn ku Qahîre û Washingtonê li hev kiriye ku şêwiran bi hevkarên xwe re bidomînin, lê dema diyarkirina kongreya ji nû ve avakirinê diyar nekir, tevî ku di Lûtkeya Erebî ya awarte de li ser plana 5 salan a bi lêçûna 53 milyar dolarî lihevkirin çêbûbû.

Rojnameyê bal kişand ser raporên rojavayî yên li ser hewldanên Amerîkî ji bo lidarxistina konferanseke navneteweyî di demek nêzîk de, di heman demê de pisporan pêşbîn kir ku rêbaza Misirê ya herî nêzîk ji bo pejirandina herêmî û navneteweyî ye.

(b)