Rewşenbîr: Bêcidiyeta dewleta Tirk derfetên pêkanîna aştiyê dixetimîne

Rewşenbîrên bajarê Til Temirê destnîşan kir ku nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk projeyeke gihaştî ya çareseriyê ye û got eger dewleta Tirk xwedî lê derkeve, ev nêrîn ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde derfetek e.

Rewşenbîr: Bêcidiyeta dewleta Tirk derfetên pêkanîna aştiyê dixetimîne
19 kanûn, 2025   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, yek ji însiyatîfên siyasî û fikrî ye ku krîzan çareser dike, rêbazên leşkerî derbas dike û pêvajoyeke demokratîk a li ser diyalog, îtîrafkirin û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan ava dike.

Li gorî vê nêrînê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi avêtina gavên pratîk cidiyeta xwe li hemberî vê pêvajoyê nîşan da. Gavên sereke ku PKK'ê avêtine; fesixkirina partiyê, şewitandina çekan û vekişandina hêzan ji Bakurê Kurdistanê bûn. Her wiha PKK'ê amadebûna xwe ji bo diyalogeke giştî û amadekirina zemîneke guncaw ji bo aştiyê, nîşan da.

Lê belê li aliyê din, dewleta Tirk gavên pratîk di vî warî de neavêtin, ne di aliyê hiqûqî de, ne jî di aliyê qanûnî de û tu îradeyeke siyasî ya rastîn nîşan neda, tenê di çarçoveya daxuyaniyan de dimîne.

Girêdayî mijarê, rewşenbîrên bajarê Til Temir ê kantona Cizîrê sedemên astengbûna pêvajoya aştiyê nirxandin û got ji bo wê gavên hiqûqî û qanûnî yên zelal û îradeyeke siyasî ya durist pêwîst e.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Nîdal Emîn destnîşan kir ku tunebûna îradeya siyasî û domandina siyasetên demdirêjkirinê derfetên pêkanîna aştiyê dixetimînin û got: "Projeya aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye hîn jî ji bo pêkanîna aştiyê derfeteke dîrokî ye û pêwîst e dewleta Tirk xwedî lê derkeve. Heta niha dewleta Tirk tu gavên pratîkî yên hiqûqî û qanûnî neavêtine, tevî ku plansaziya ku Rêber Abdullah Ocalan daniye zelal e. Siyasetên demdirêjkirinê rewşê aloztir dikin.”

Emîn got ev pêvajo bingeha avakirina civaka demokratîk e.

Rewşenbîr Xedîce Asim Îbrahîm got pêvajoya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan êdî ne vebijêrkeke siyasî ye ku dikare were paşxistin, ew girîngiyeke dîrokî ye ku salên dirêj ên aloziyê ew ferz kiriye.

Xecîde Asim diyar kir ku aştî ne tenê bidawîkirina aloziyê ye, lê ew avakirina civaka demokratîk e û wiha domand: "Projeya neteweya demokratîk nimûneya alternarîf a dewleta navendî ye û tê de hemû pêkhate beşdar dibin. Paşguhkirina wê ji aliyê dewleta Tirk ve israra wê ji bo rêbazên ewlekarî, ne ji bo rêbazên aştiyane nîşan dide."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Mehmûd Emîn jî got PKK'ê gelek derfet ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê vekirin lê dewleta Tirk bersivên cidî nedan û got: "Bandora pêvajoya aştiyê ne li hundirê Tirkiyeyê, her wiha li seranserî herêmê dibe, ji ber ku domandina aloziyê zirarê digihîne tevahî gelên herêmê. Êdî aştî bûye berjewendiyeke hevbeş ku sînorên siyasetê derbas dike.”

Emîn di dawiya axaftina xwe de got israra dewleta Tirk a ji bo rêbazên ewlekariyê di salên çûyî de têk çû û got: "Însiyatîfa aştiyê alternatîfeke guncaw û pêkan e. Paşguhkirina vê însiyatîfê jî tê wateya rojanekirina krîzê."

(mh)

ANHA