Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyê kir

Ji ber hişkesalî û bihabûna êm, gelek zehmetiyên giran li pêşiya sewalvanan derdikevin. Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyeke giştî û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo sewalvanan kiriye.

Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyê kir
Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyê kir
Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyê kir
Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyê kir
Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyê kir
Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyê kir
Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyê kir
19 kanûn, 2025   03:35
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Sewalvanî yek ji bingehên civaka çandiniyê û ewlehiya xwarinê ye. Her wiha derfetên kar peyda dike û ji sewalvanan re dibe jêdera debara jiyanê û di encamê de bandoreke erênî li aboriyê dike. Lê ji ber hişkesalî û bihabûna êm, barê sewalvanan giran bûye. Hemwextî wê aliyên têkildar ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina vê qadê gav avêtin, ew jî bi rêya destpêkirina serjimariyeke giştî û pêşkêşkirina alîkariyan ji sewalvanan re ye.

Girêdayî mijarê, hevserokê Nivîsgeha Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Deham li ser rewşa sewalvaniyê ji ajansa me re axivî.

Îbrahîm Deham got di salên borî de zehmetiyên mezin li pêşiya vê qadê derketin, bi taybetî kêmbûna baranê û hişkesalî, ji ber ku rûbera mêrgên xwezayî kêm bû û êm ji ber kêmpeydanûna wê, biha bû û ji ber rewşên hewayî nexweşî di nava sewalan de belav bûn.

CUREYÊN SEWALVANIYÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Deham wiha domand: "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwedîkirina pez, çêlek, ga û hêştiran tê naskirin. Her wiha xwedîkirina mirîşkan jî beşeke sereke ya sewalvaniyê ye. Rêjeya bikaranîna goştê mirîşkan ji bo her kesekî ji sedî 63 ye.”

SERJIMARIYEKE GIŞTÎ JI BO DANÎNA BINGEHA AGAHIYAN

Deham diyar kir ku ew li ser destpêkirina serjimariyeke giştî ji bo tevahî qada sewalvaniyê dixebitin û got: "Armanc ji serjimariyê ew e ku em bingeheke agahiyan deynin û ji bo ku di pêşerojê de ji bo danîna plansaziyan, pêşkêşkirina alîkariyan ji bo sewalvanan wekî derman, aşle, êm û bernameyên pêşxistina genetîkê de, em feydeyê jê bigirin.”

Deham diyar kir ku serjimariyê ji destpêka Kanûnê ve dest pê kiriye û heta niha nêzî 2 milyon seriyên sewalan hatine hejmartin lê ev hejmar ne ya dawîn e.

Deham got ji pirsgirêkên herî nezin ên li pêşiya sewalvanan kêmbûna êm e û got: "Her wiha nexweşî jî belav bûn û buhayên derman û aşleyan zêde bûn.”

ALÎKARIYA JI BO SEWALVANAN

Îbrahîm Deham di dawiya axaftina xwe de got nivîsgeh bi hevkariya gerînendetiyan li ser pêşkêşkirina kepekê ji bo sewalvanan dixebite û got: "Ji bo sewalên biçûk 18 kîlogram û ji bo yên mezin 180 kîlogram mehane derdikeve. Her wiha hejmartina kargehên girêdayî qada sewalvaniyê didome."

(mh)

ANHA