Hevalên Nazim û Cîhanê behsa wan kir

Hevreyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Sorgul Şêxo û Osman Bulut destnîşan kir ku kesayetên wan xwedî taybetmendiyên cuda bûn û wan Cîhan û Nazim bi havîzeya Rojavayê Kurdistanê bi nav kirine.

Hevalên Nazim û Cîhanê behsa wan kir
19 kanûn, 2025   06:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî kesayetên şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, xebat û kêliyên ku bi wan re borandine, hevalên wan nûçegihana ajansa NûJinhayê Sogul Şêxo û xebatkarê Ronahî TV’yê Osman Bulut ji ajansa me re axivîn. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19`ê Kanûna 2024`an de dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di bombebarana balafireke biçek û bêmirav a dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin.

Sorgul Şêxo diyar kir ku salek li ser şehadeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan derbas dibin, lê ew hîs dikin ku tenê çend kêlî di ser şehadeta wan re derbas bûye. Şehadeta wan ne tenê gelên li Kurdistanê, gelên din jî pê xemgîn bûne û wiha got: “Dayik û xwişkên pêkhateyên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê jî bi Cîhan Bîlgîn bandor bûn. Em dixwazin ji dayika Cîhanê re jî bêjin; Cîhan ne ew e ya ku dikare bê jibîrkirin.”

Sorgul Şêxo da zanîn ku kamera û rêya ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser dimeşiyan nehatiye windakirin, gelek hevalên wan li ser şopa wan dimeşin û wiha anî ziman: “Em ê têkoşîna xwe ya di qada ragihandinê de li ser rêya wan bidomînin.”

Sorgul Şêxo destnîşan kir ku wê bi mehan bi Cîhan Bîlgîn re kar kiriye, gelek kêliyên xweş û zehmet bi hev re derbas kirine. Wê xeyal nedikir ku dê rojekê Cîhan Bîlgîn li kêleka xwe nebîne û wiha got: “Me sozek bi hev re dabû ku em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bi hev re bimeşin, hetanî ku şehadetek jî hebe em bi hev re bin.”

Sorgul Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan xwest heqîqeta xwe ya pêkanîna sûcan û komkujiyan veşêre. Sorgulê diyar kir ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo wan hafîzeya ragihandina azad in û got: “Em ê her dem wan bidin jiyandin.”

Osman Bulut sala 2018`an Cîhan Bîlgîn nas kiriye, pê re êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê şopandine û bi hev re li Til Temirê jî xebat dane meşandin. Osman Bulut da zanîn ku Cîhan Bîlgîn di milê ragihandinê de xwedî tecrube bû, lewma di nava xebatê de ew hêz û bawerî dida derdora xwe, her dikenî û henek dikirin, nedihişt mirov hîs bike ku ew ji kar hatiye û westiyaye jî, her li cebheyan dema şopandina êrişan de wê rastiya çeteyan vedigot û wiha got: “Hinek mirov hene kesayet û taybetmendiyên wan cuda ne, Cîhan jî yek ji wan kesayetan bû. Me navê Jiyan jî ji bo wê bikardiyanî, ew hema weke navê xwe bû. danûstendinên wê bi xelkê re jî bi awayeke dilnizm û bê ku di dilê kesekî de bihêle de bû.”

Osman Bulut diyar kir ku Cîhan Bîlgîn di nava zext û astengiyên dewleta Tirk ên li Bakur Kurdistanê xebatên çapemeniyê kiriye, heta biryara girtina wê hatibû dayîn. Bi hatina xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê Cîhan Bîlgîn dixwest xebatên xwe yê şopandina heqîqeta dagirkeriyê berfirehtir bike. Ji bo qada ragihandinê û hevalên xwe bû destek û got: “Jiyan pir israr dikir di çûyîna hemleyan de û di xebatên xwe de bi giştî de jî wiha bû, neheqî ti carî qebûl nedikir. Heke li deverekê zanîba ew xwedî mafe heta dawiyê tawîz nedida. Digot `heke serê min jî bê jêkirin, ger bizanim ez rast im ez tawîz nadim`.”

Osman Bulut da zanîn ku bîranên wî yên bi Cîhan Bîlgîn re yên xweş, bi henek û êş jî hene û wiha got: “Dema herî dawî koçberên li Şehbayê koçî herêmên din bûn, Jiyan ji min re got `were bi min re mane tu jî koçberî û ti ji rewşa koşberan fêm dike`.” Dema ji bo şopandina êrişên li ser Minbicê ew bi hev re diaxivîn û li wê deverê jî moral û hêza Cîhan Bîlgîn hebû. Wê demê ew û Nazim Daştan bi hev re bûn.”

Osman Bulut bal kişand ser naskirina xwe ya bi şehîd Nazim Daştan re û destnîşan kir ku wan li bajarê Kobanê bêhtir hev nas kir û bi hev re xebat meşandin. wan bi hev re derbarê mijarekê de belgefîlemek çêkir û wiha behsa wî kir: “Demek dirêj li Bakurê Kurdistanê kar kiribû, dîmenê hevakariya dewleta Tirk bi DAIŞ`ê re girtibûn û ji raya giştî re ragihandibû. Ew bandoreke mezin kir. Hevaleke wisa bi rûken bû, bi yê derdora xwe dibû alîkar. Çi li gel wî heba bi mirov re parve dikir, tecrubeyên xwe parve dikir û dixwest mirovan ava bike. Mirov pê re qet xwe bi tenê anku biyanî hîs nedikir. Bibû hafîzeya Rojavayê Kurdistanê.”

Osman Bulut behsa rojên dawîn ên ku bi şehîd Nazim Daştan re di nava têkiliyê de bû û da zanîn ku li şûna em jê re bêjin xwe biparêze, ew her ji me re digot `xwe biparêzin` û wiha got: “Mîrasê ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li pey xwe hiştine, em ê bi israrek mezintir bidomînin.”

(h)

ANHA