Rêveberiya Xweser: Karker hêmana sereke ya rizgarkirina civakan e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku karker hêmana sereke ya rizgariya civakan e.

Rêveberiya Xweser: Karker hêmana sereke ya rizgarkirina civakan e
30 nîsan, 2024   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê (1'ê Gulanê) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê diyar kir ku ew bi israr e ku tê bikoşe da ku civakê bi pêş bixe.

Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên Sûriyeyê bi giştî û seranserî cîhanê hat pîrozkirin û hat gotin karker stûna bingehîn a gihandina civakan e. Karker xwedî dîrokeke tijî a gihandin û pêşxistina civakan e û rola wan di avakirin, rizgarkirinê de heye.

Her wiha hat destnîşankirin ku keda karkeran di dirêjahiya dîrokê de li gel modela global a niha hatiye înkarkirin û ruxmî rola wan a pêşeng, lê tenê weke alavên berhemdanê hatin xebitandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de karker bingeha xurt a hêz û avakirinê ne û di tevahî aliyan de dibin hêza pêşxistinê. Her wiha hat gotin Rêveberiya Xweser bi israr e tê bikoşe da ku civakê bigihîne û bi pêş bixe.

 (mh)