Şêniyên Til Temirê: Divê hêzên navneteweyî daxwazên gel bînin cih

Şêniyên navçeya Til Temirê destnîşan kir ku pergalên cîhanê, daxwazên gelan ên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan paşguh dikin.

Şêniyên Til Temirê: Divê hêzên navneteweyî daxwazên gel bînin cih
Şêniyên Til Temirê: Divê hêzên navneteweyî daxwazên gel bînin cih
Şêniyên Til Temirê: Divê hêzên navneteweyî daxwazên gel bînin cih
Şêniyên Til Temirê: Divê hêzên navneteweyî daxwazên gel bînin cih
1 gulan 2024   02:35
HESEKÊ

Nerazîbûnên li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê zêde dibin. Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê got ew dev ji têkoşînê bernadin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Şêniya bi navê Zehra Emîn tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û paşguhkirina daxwazên gelan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê pergalên cîhanê ve, şermezar kir.

Zehrayê got: "Tecrîd, bi girêkbûna aloziyên siyasî û zêdebûna êrişan ve girêdayî ye. Ew naxwazin aloziyên ku derxistine, çareser bibin. Lê belê her çiqas êriş û fişarên siyasî hebin jî, em ê tê bikoşin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidest bixin."

Şêniyê bi navê Tahir Yunis jî got: "Rêber Ocalan her tim banga azadiyê û demokrasiya tevahî gelan kiriye û dike. Lê mixabin hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildarî di xew de ne. Divê ew daxwazên gelan ên ku di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de banga wê dikin, bînin cih."

Şêniya bi navê Cewahir Mihemed Ebûş jî diyar kir ku ew ê li qadan bin heta ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û wiha domand: "Wek jineke ereb em deyndarên Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî yên rizgariya gelan û civakan in."

(şx)

ANHA