Kurê dilpak û dilsoz: Ronî Welat

Di şerê li dijî DAIŞ`ê de, li eniyên pêş bû. Êl û qebîleyên Dêrazorê bi kurê dilpak hate wesifandin. Hewl da fîtneya ku çeteyan xwestin di nava Dêrazorê de belav bikin, tune bike. Canê xwe kir oxira xizmeta gel û bêwestan kar kir. 

Kurê dilpak û dilsoz: Ronî Welat
18 kanûn, 2023   03:37
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR 

Şêrwan Hesen li Qamişloyê 13`ê Adara 1979`an ji dayîk bûye. Ji sala1985`an ve malbata wî tev li têkoşîna doza kurd bûye. 6 xwişk û 4 bira ne. Ji gundê Cîlka yê navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê ye. 

Şêrwan ji biçûkahiya xwe ve, bi jîrbûn û zîrakiya xwe dihat naskirin. Ji xwe bawer bû. Ji ber wê dapîra wî bi Rêber nav dikir. Ev nasnav di nava malbatê û dostên wî de belav bû.

Şêrwan seretayî li dibistana Selahudîn û navîn li dibistana Telaê û amadehî li dibistana Xewarzmî ya pîşeyên pîşesaziyê ya Qamişlo xwendiye. Dûre tev li rêya azadiyê bûye. 

Sala 1997`an fikrên nîştimanî û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bandor lê dikin. Ji sala 1999`an ve dest bi têkoşînê dike û jiyana xwe dike oxira doza kurd û gelên herêmê. 

Bavê Şêrwan Hesen Hisên Remo Hesen wisa behsa kurê xwe kir: "Ji malbatê hez dikir. Li ber dilê me biha bû. Di serdanan de timî bi min re bû. Şêrwan di pêvajoyeke wisa de mezin bû ku fikrên nîştimanî û yên rizgariyê li Kurdistanê belav dibin. Ji ber wê, di ciwantiya xwe de têkoşîna azadiyê nas kir. Dûre bi hevalên xwe re dest bi xebatên şoreşgerî kir."

Hisên Remo diyar kir ku Şêrwan ji satrancê hez dike û tev li turnovayên satrancê yên li ser kantona Cizîrê û Sûriyeyê li dar diketin û dibû şampyon. 

Têkildarî zarokatiya Şêrwan de, Hisên Remo got: "Di şeveke Newrozê de, Şêrwan û hevalên xwe yên ereb agir bi tekeran xistin. Dûre ji aliyê desthilata ewlehiyê ve yên Baasê hatin girtin. Lê piştî demeke kurt hate berdan."

Şêrwan ku bi nasnav Ronî Welat hate naskirin, tev li şoreşa 19`ê Tîrmehê bû û cihê xwe di birêxistinkirina civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Roleke pêşeng di avakirina hêzên Erka Xweparastinê de lîst. Bi derketina çeteyên Cebhet El Nusra û DAIŞ`ê re û êrişên wê yên li dijî herêmê Ronî Welat li eniyên pêşîn bûn.

Fermandar Ronî Welat tev li tevahî pêngavên rizgarkirina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta ragihandina tunekirina DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de li Baxoz, bû. QSD`ê piştî şehadeta fermandar Ronî Welat daxuyaniyek da û got: "Di şerê demdirêj ê li dijî DAIŞ`ê de li Girê Spî, Minbic, Reqa û Tebqayê yek ji têkoşerên ku pêşengiya rêzên pêşîn dikir. Li Dêrazorê jî pêşengiya şerê rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê kir û heta dawiyê tê koşiya."

Hisên Remo wiha behsa taybetmendiyên kurê xwe kir: "Şevekê ez çûm serdana wî. Li eniya gundê Til Xenzîr ê Serêkaniyê bû. Min dît çawa aşiqê welat û gelê xwe ye. Gel jî jê hez dikir. Ji ber ku layîqê wê hezkirinê bû. Her tim amade bû canê xwe feda bike û gel biparêze."

BI BERXWEDANA XWE Û GIYANÊ XWE YÊ FEDAKAR XETERÎ JI WAN DÛR XIST

Têkildarî şeva li gel Ronî Welat derbas kiriye, Hisên Remo wiha axivî: "Beriya berbanga sibê, agahî hatin ku komeke çeteyan, hewl didin gund û niştecihên wê dorpêç bikin. Li ser wê, bi lez çû ji bo ku heval û gundiyên dorpêçkirî xilas bike. Di wê cengê de bi berxwedan û giyanê xwe yê fedakar xeterî ji wan dûr xist."

Hisên Remo, bûyereke din dema serdana Qamişloyê kir û got: "Tesaduf me bi hev re xîtaba wî li ser telefizyonê temaşe kir dema bi êlên ereb bû. Min got tu li wir çi dikî, got ew êla Şiêtat in. DAIŞ`ê li dijî wan komkujî pêk anîn. Em çûn ji bo ku wan bi rêxistin bikin û perwerde bikin. Me tugeyek bi navê şehîdekî wan ava kir. Ji ber wê xelkê Dêrazorê Ronî Welat wek kurê xwe dihesbînin."

Hisên Remo hesta ku lê bar bûye dema axaftina êlên ereb têkildarî kurê xwe bihîstin wisa rave kir: "Gelek kêfxweş û şad bûm. Wan got, ji malbatê pirtir xemgîn in, kurê wan ê dilpak e, Ronî ne tenê ji bo dê û bavê xwe tê koşiye lê belê ji bo gel û azadiya gelan û ji bo ku ewlehiyê li herêmê pêk bîne, li ber xwe daye. Bidawîkirina zulmê armanca wî ya herî mezin bû. Ji kuştinê hez nedikir."

Xaltîka şehîd Ronî Welat Minewer Ehmed jî got: "Heval Ronî, mirovahî yek ji taybetmendiyên wî bû. Di têkiliyên xwe de jî taybet bû. Ji xwişk û birayên xwe re mamoste û rêber bû. Rê li pêşiya wan rast dikir û ji wan re pêşeng bû. Di jiyanê û dibistanê de mamosteyê wan bû." 

Minewer wiha domand: "Ronî, bi hêz bû û ji pêşketinê hez dikir. Xwedî nêrîneke analîtîk a têgihîştî û xurt bû. Nirx û hestên mirov di ber çavan re derbas dikir, ne mexrûr bû lê belê dil nizm bû. Ji ber rol û erkên ku pêk dianî, xwe di ser kesekî re nedidît. Ji bo şoreş, şehadeta wî windahiyeke mezin e."

Xwişka şehîd Ronî Welat Îlham Hesen got: "Ji biçûkahiya vê têkiliya me pê re xurt bû. Her tim piştgiriya me dikir, mamoste û fermandarê me bû."

Îlham wiha domand: "Serdana wî mîna cejnê bû, şadî dixist dilê hemûyan. Sankî dawat heye, mal bi mezin û biçûkan tije dibû. Her kes dihat ji bo ku wî bibîne. Cîran, dost û xizmên me."

Îlham ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji biçûkahiyê ve Ronî Welat, têkilî bi pêkhateyên din re çêdikir û pêş dixist. Nemaze pêkhateya ereb. Di têkoşîna xwe de cudahî nedikir navbera tu kesî."

Her wiha Îlham balkişand ser bîranînên şehîd Ronî Welat ên zarokatiyê û got: "Carekê mamoste li dibistanê li min xist. Ji ber ku ez bi zimanê kurdî axivîm. Wê demê qedexe bû. Dema vegeriya mal, rondik ji çavê min dibarîn. Ronî ji min pirs kir çima digirîm, min got mamosteya refê nahêle em bi zimanê kurdî biaxivîn. Ji min re got netirse ev mafê te yê rewa ye."

Îlham diyar kir ku dema DAIŞ`ê êriş herêmê dikir, ditirsîn lê şehîd Ronî Welat ji wan re digot: "Tu çima ewqas ji wan ditirsin, ew ji me ditirsin."

Îlham destnîşan kir ku wê moral ji şehîd Ronî girt ji ber wê niha natirse ji ber ku ew hêz êdî di xwîna wê de diherike.

Şehîd Ronî Welat hewl da fitneyê tune bike bi taybet li Dêrazorê ku hin komên girêdayî hikumeta Şamê hewl dan li herêmê çêkin. Şehîd Ronî Welat di tunekirina wê tevliheviyê de roleke mezin lîst.

Minewer Ehmed diyar kir ku mirovahî taybetmendiya şehîd Ronî Welat bû, nekîndar bû, cudahî nedixist navbera pêkhate û kêmneteweyan û ne zikreş bû ji ber wê, xelkê Dêrazorê pê bawer kirin. 

Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi daxuyaniyekê şahdeta endamê Meclisa Leşkerî ya QSD û endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê fermandar Ronî Welat ragihand. Di daxuyaniyê de QSD`ê wiha nivisî: "Di encama êrişeke terorîst a tirsonek de li rojhilatê Dêrazorê 5`ê Kanûnê fermandar Ronî Welat şehîd bû."

QSD`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku fermandar Ronî Welat gelek xebatên lihevhatinê û lihevkirinê ji bo xurtkirina tevna civakî li gel rûspiyên herêmê bi rêve birine, yek ji fermandarên pêşîn bû ku ji bo tunekirina fitneyê li ber xwe daye û tê koşiyaye.

Cenazeyê şehîd Ronî Welat 9`ê Kanûnê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi merasîmeke bi haybet hate veşartin.

)şx)

ANHA