Rêveberiya Xweser li dibistanên Dêrazorê Paletên rojê siwar dike

Rêveberiya Xweseriya ji bo xurtkirina binesaziya dibistanên Kantona Dêrazorê Projeya ku sazkirina pergala elektrîkê û paqijkirina avê bi paletên rojê enerjiyê ji bo ava vexwarinê ya paqij peyda bike danî.

 Rêveberiya Xweser li dibistanên Dêrazorê Paletên rojê siwar dike
 Rêveberiya Xweser li dibistanên Dêrazorê Paletên rojê siwar dike
 Rêveberiya Xweser li dibistanên Dêrazorê Paletên rojê siwar dike
 Rêveberiya Xweser li dibistanên Dêrazorê Paletên rojê siwar dike
 Rêveberiya Xweser li dibistanên Dêrazorê Paletên rojê siwar dike
 Rêveberiya Xweser li dibistanên Dêrazorê Paletên rojê siwar dike
 Rêveberiya Xweser li dibistanên Dêrazorê Paletên rojê siwar dike
8 tîrmeh, 2025   02:35
DÊRAZOR

Navenda Perwerdeyê ya Hecînê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê, xebatên siwarkirina paletên rojê li dibistanên "El Weset û dibistana amadehî ya keçan da destpêkirin. 

Ji bo peydakirina kehrebeyê di dibistanan de wê navend 16 tabloyên enerjiya tavê, batariyên pêwîst û yekîneya V48 bi cih bike. Ev yek wê nêzî 40 ampêrî bide.

Her wiha ji bo ku ava vexwarinê ji xwendekaran perwerdeyê re were dabînkirin, wê stasyonek biçûk ji bo parzûnkirina avê di her dibistanekê de were bicihkirin. Ev stasyon wê di saetekê de nêzî 100 lître ava vexwarinê derxe.

Çaverê ye ku xebatên bingehîn ên siwarkirinê vê hefteyê bi dawî bibin, û wê piştre ev xebat li dibistanên din jî werin destpêkirin.

Hemwextî vê xebatê, gelek refên her du dibistanan tên sererastkirin, da ku hawîrdora pewredehiyê ya baştir pêk bê.

Ji ber ku niha dibistan di betlaneyê de ne, ev xebat weke derfetek di vê wextê de hatiye destpêkirin.

Li gorî nûnerên navenda perwerdeyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê ji bo pêxistina binesaziya dibistanan, perwerdeyê û dabînkirina hawîrdoreke guncew ji xwendekaran re, plansaziyeke giştî daniye û dest pê kiriye.

(şx/fr)