Ava bendavê kêm bû şunwarên dîrokî derketin holê

Rêjeya ava Bendava Firatê ya navbera Reqa û Tebqayê îsal 7 metre daketiye. Bi daketina avê re şunwarên dîrokî yên di bin avê de mabûn, dîsa derketin holê.

Ava bendavê kêm bû şunwarên dîrokî derketin holê
Ava bendavê kêm bû şunwarên dîrokî derketin holê
Ava bendavê kêm bû şunwarên dîrokî derketin holê
Ava bendavê kêm bû şunwarên dîrokî derketin holê
Ava bendavê kêm bû şunwarên dîrokî derketin holê
Ava bendavê kêm bû şunwarên dîrokî derketin holê
Ava bendavê kêm bû şunwarên dîrokî derketin holê
8 tîrmeh, 2025   06:25
TEBQA

Sala 1979`an di navbera Reqa û Tebqayê de li ser çemê Firatê bandavek bi navê Furat hat avakirin. Bi temamkirina bendavê gelek şûnwarên dîrokî yên li nêzî çem jî di bin avê de man. 

Îsal demsala zivistanê li herêmê zuwa derbas bû, lewma rêjeya avê ya dihat hêvîkirin çênebû. Dewletaa Tirk jî ku bi salan e avê wekî amûrekî şer bikar tîne, berevajî peymanên avê tevdigere û qut dike. Lewma îsal rêjeya avê ji her salê pir zêdetir kêm bû. Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser ava bendavê 7 metre daketiye.

Bi daketina avê re, şunwarên dîrokî yên li qera çem, careke din derketin holê. Ji van şûnwaran ên tên naskirin wergehên bi navê Pals û Îmar ên li nêzî bajarê Meskeneyê ne. 

Bi derkena şunwaran re, Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê ekîbên pispor erkdar kirin da ku li van herêman lêkolînan bikin, her wiha parastina wan were kirin. 

Li gorî hevserokê Gerînendetiya Geşt û Parastina Şûnwaran a Kantona Tebqayê Mihemed El Cebel, tîma xebatê ji 12 kesan pêk tê. Xebat ji 2`yê Hezîranê ve dest pê kiriye û li ser 2 beşan hatiye meşandin. Di gava yekem de dîmen û wêneyên şûnwaran hatine girtin.  

Di gava duyemîn de wê ekîbên pispor ji devera Meskeneyê heta bajarê Tebqayê xebatên lêkolînê bikin. Ev xebat jî wê di rojên pêş de destpê bike. 

Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê Elî El Elaya destnîşan kir ku di hewza Firatê de gelek şûnwarên binav bûne, tên dîtin û got: “li herêmên wekî Dibsî û Meskeneyê yên girêdayî Tebqayê gelek şunwar hene.”

Li gorî El Elaya ji bo belgekirina şûnwar û cihên dîrokî yên li rojavayê çemê Firatê bi alîkariya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe didomînin.

(şx/fr)

ANHA