Şandeya Îmraliyê sibe bi Wezîrê Dadê re dicive

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê sibe saet di 13.30 de bi Wezîrê Dadê yê Tirkyeyê Yilmaz Tunç re hevdîtinê dike.

Şandeya Îmraliyê sibe bi Wezîrê Dadê re dicive
7 tîrmeh, 2025   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar sibe saet di 13.30’an de bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re hevdîtinê pêk tîne.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî. Piştre, şandeyê îro bi Serokomarê Tirkiyeyê yê AKP’yî Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kir.

Şande piştî van her du hevdîtinan, dê bi Wezîrê Dadê Tunç re bicive.