Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê teqîna li Humsê şermezar kir

 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekî sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqîna mizgeftê ya li Humsê re xwest û destnîşan kir ku pêdivî bi baştirkirina ziman û parastina sivîlan û perestgehan heye. Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku pêdiviya Sûriyeyê bi projeyeke niştimanî, demokratîk û nenavendî heye.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê teqîna li Humsê şermezar kir
26 kanûn, 2025   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê teqîna li mizgefta Elî Bin Ebî Talin a taxa Wadî El Deheb a bajarê Humsê de, ku di encamê de 8 kes hatin kuştin û 18 birîndar bûn, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êriş wekî êrişeke hovane û li dijî nirxên mirovahî û exalqî û ewlehiya civakê hat binavkirin.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye:

"Ev kiryarê sûcdar di heyameke pir metirsîdar de ku tê de zimanê nefretê zêde bûye û egera şerê navxweyî zêde bûye û perestgeh ji bo qadên tundiyê hatine veguhastin, hatiye pêkanîn û armanc jê têkbirina aştiya civakî û çandina tirs û dabeşbûnê di nav gelê Sûriyeyê de ye. Ev sûc ji valahiyê nayên, aliyên xerabker ên ku ji tevlihevî û dabeşbûnê sûdê dibînin û dixwazin xwîna Sûriyeyî birijînin û civakê ji hev bixin, wan pêk tînin.

Hemwextî vê rewşa aloz a Sûriyeyê û hemwextî zêdebûna tundiyê û hedefgirtina sivîlan, em dîsa dibêjin ku pêdiviya Sûriyeyê bi projeyeke niştimanî ya giştî bi rêya avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavnedî li gorî nirxên edaletê û hemwelatîbûna wekhev û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên olî û neteweyî, heye. Tunebûna projeyeke niştimanî û demokratîk rê li ber hêzên tundraw vedike, lê belê hebûna wê projeyê û pêkanîna wê rêbaza tekane ya pêşîgirtina li wan aliyan e yên ku dixwazin ewlehiya Sûriyeyê têk bibin û xwîna gelê Sûriyeyê birijînin.

Em berpirsiyariya xwe ya niştimanî û mirovî ji bo başkirina ziman, parastina sivîlan û perestgehan û hesabxwestina ji sûcdar û fîtnekaran dibare dikin, ji ber ku Sûriye bi tundî û nefretê ava nabe, Sûriye bi bawerî û ewlehiyê û rûniştandina jiyana hevbeş û pêkvejiyanê ava dibe.

Di dawiyê de, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û saxiyê ji birîndaran re dixwazin û piştgiriya xwe ji şêniyên Humsê re û ji tevahî sivîlên seranserî Sûriyeyê re dubare dikin."

(mh)