Rêveberiya Xweser a Tebqayê: Beşdarên Kongreya Diyaloga Nîştimanî nûnertiya kantonê nakin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê destnîşan kir ku "Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyê" nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nake. Rêveberiyê banga diyalogê bi hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê re kir da ku mafên hemû gelan mîsoger bike.

Rêveberiya Xweser a Tebqayê: Beşdarên Kongreya Diyaloga Nîştimanî nûnertiya kantonê nakin
25 sibat, 2025   15:42
TEBQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê îro der barê Kongreya Nîştimanî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Suas Oso ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di demekê de ku gelê Sûriyeyê hêviyên xwe ji bo qonaxa nû hene da ku Sûriyeyeke piralî, demokratîk û nenavendî ava bibe, rêveberiya nû di birêvebirina qonaxa derbasbûnê de şaşî kirin. Ev jî dê bandoreke neyînî li siberoja Sûriyeyê bike."

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Di van demên dawîn de komîteyek ji bo amadekirina Kongreya Nîştimanî hat avakirin û gelek civîn hatin lidarxistin, lê ev yek bû sedema hêrsa gelê Sûriyeyê û kir ku bi şik û guman li vê komîteyê binêrin ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nake.

Ev komîte û kongreyên yekalî ku tê de beşdariyeke rasteqîn a hemû pêkhateyan û partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, jin û ciwanan tune ye, dê têra daxwaz û vîna gelê Sûriyeyê ya ji bo jiyaneke azad û birûmet neke.”

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe her wiha got: “Rêveberiya Xweser bang li Komîteya Diyaloga Nîştimanî kir ku bi pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyalogê pêk bîne, lê vê komîteyê bi awayên xapînok çû bang li kesayetên ku ji bilî xwe nûnertiya tu kesî nakin û daxwazên gelê Sûriyeyê pêk naynin, kir. Em tekez dikin ku ne mimkun e ku hîmê demokrasiyê li ser encamên "Kongreya Diyaloga Nîştimanî" bê avakirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Hemû aliyî beşdarî diyaloga niştimanî ya berfireh bibin. Em tevlîbûna kesayetên ku vîna gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl nakin red dikin, û em ji rêveberiya nû dixwazin ku bi berpirsyariya neteweyî nêzî vê pêvjoya hestiyar bibe û xwe radestî zextên dewleta Tirk ên li ser wê nebe. "

(k)